Nûnerê Partîzanê Togay Okay û Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) ên li Stenbolê tev li civîna çapemeniyê ya ji bo salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an bûn, ku 30’ê îlonê li Stenbolê pêk hat.
Nuneran li dijî tecrîda girankirî ya li İmraliyê pêwîstiya têkoşîneke xurtir anîn ziman.
Nûnerê Partîzan Togay Okay, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan wekî berdewama şerê li dijî têkoşîna gelê kurd û hemû karker û kedkaran wesifand û got:
“Dewlet li hêlekê dixwaze berxwedana li Îmraliyê û girtîgehên din, li aliyê din jî dixwaze berxwedana li qada ked û ekolojiyê bitepisîne û bi vê re dînamîkên din ên civakê îzole bike.
Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze hêvîşkestina ku piştî hilbijartinê di nava gel de çêbûye, bi polîtîkayên tecrîdê kûrtir bike.
Di vir de ya dikeve ser milê me, em demokrat û welatpwerêz û şoreşger li dijî polîtîkayên tecrîdê têkoşîna yekbûyî xurtir bibkin.
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya SMF’ê Mahîr Gurz jî anî ziman armanca polîtîkayên tecrîdê tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û destkeftiyên wê ne.
Aqilê dewletê bi pêkanînên tecrîdê dixwaze dînamîka têkoşînê teslîm bigire û ji bo vê stratejiya şerê taybet bi rê ve dibe.
Hemû kesên dibêjin “em şorşeger in’ divê di salvegera komploya navneteweyî de helwesteke çalak nîşan bidin.