Meclîsa parlementeran a Tirkiyeyê ya ku ji nîveka meha Tîrmehê di betlaneyê de bû di 1’ê Cotmehê de hate vekirin. Bi vebûna meclîsê re ji bo dirêjkirina tezkereya şer a li Iraq û Sûriyeyê dengdan hate kirin. Ji xeynî HDP’ê hemû partiyên din dengê ‘erê’ dan tezkereyê. Li meclîsê di dema pêş de ew ê guherandina rêziknameya navxweyî û hevdîtinên budçeyê yên salê jî werin nîqaşkirin. Di heman demê de xebatên HDP’ê yên li meclîsê jî tên meraqkirin. Parlementerê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan xebatên HDP’ên yên li meclîsê ji ANF’ê re nirxand.
Paylan diyar kir HDP îddîaya wê heye ku Tirkiyeyê bike welatekî demokratîk û AKP jî hewl dide wê derxîne derveyî meclîsê.
Paylan diyar kir ku hevserokên wan ên giştî û bi hezaran rêhevalên wan ên ku endamên partiyê ne, a niha di girtîgehê de ne û got ku, “AKP’ê namzetê me yê serokkomariyê di hundir de dîl girt û kampanyaya me ya hilbijartinê asteng kir. Lê ligel vî tiştî jî gelê me bi awayekî xurt HDP şand meclîsê. Bi vî awayî AKP di meclîsê de negihişt hedefa xwe. AKP’ê tevî MHP’ê îktîdar ava kir lê tişta diyar ev e ku AKP bi tena serê xwe nikare bibe desthilatdar. HDP’ê rê li ber îddîaya AKP’ê ya 400 parlementeran girt.”
‘HINDIK MAYE KU EM BIGIHÊJIN RONAHIYÊ’
Paylan diyar kir ku Erdogan hewl dide medya û parlementoyê bêdeng bike û got ku, “Lê ligel van tiştan ew ê HDP li ser navê gel mûxalefetê bidomîne. Ji ber ku medyaya Tirkiyeyê me nade nîşandan, dibe ku gelê me jî haya wan baş ji me tune. Lê em bi awayekî çalak li meclîsê mûxalefeta xwe didomînin û em ê bidomînin. Lê xebatên mûxalefetê bi tenê li meclîsê nabe. Mûxalefet li fabrîka, atolye, mal û kolanan dibe. Em jî heta ji me tê, li ba gelê xwe ne û li hemû qadên têkoşînê ne. Ev dewran ew ê biqede. Dibe ku a niha em di nav tariyê de bin lê nêzik e ku em bigihêjin ronahiyê. Bi têkoşîna me hemûyan re em ê bi ser bikevin.”
PEYAMA ‘HÛN NOTERA MIN IN’
Paylan qala axaftina Erdogan a ji bo destpêkirina meclîsê jî got ku, “Erdogan di axaftina xwe de peyama ‘hûn notera min’in da meclîsê. Parlementerên AKP’ê em çiqasî wan qanih bikin jî, li hemberî îradeya qesrê nikarin dengê xwe bikin. Lê em mûxalefeta xwe didomînin. Faşîzm dixwaze li her derê saz bike, ji ber vê jî meclîs, sendîka û kolan jî tê de, her qad girîng e. Her kes divê li qada xwe têkoşînê geştir bike. Em ê him li meclîsê û him jî li kolanan vê têkoşînê geştir bikin. Bêguman meclîs ne her tişt e. Em ê jî li gorî rayeya ku gelê me daye me, em ê di wê çarçoveyê de mafê xwe bi kar bînin.”