Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo planên xwe yên dagirkeriyê ji PDK’ê xwestiye, hîn bêhtir zextê li qadên Gerîla bike.

Ji bo pêşî li nerazîbûna raya giştî ya Kurd bê girtin jî, maskeya Yekîneyên Parastina Sînor tê bikaranîn.

Hin agahiyên di çarçoveya planên nû yên dagirkeriya dewleta Tirk de li pişt perdeyê sewqiyata leşkerî ya ku PDK’ê, li ser navê Yekîneyên Parastina Sînorê Iraqê ber bi herêmên Gerîla ve kiribû, zelaltir bûn.

Di dîmenên ku ANF’ê bi destxistin de eşkere dike ku hemû Yekîneyên Parastina Sînor girêdayî PDK’ê ne.

Hêzên bi navê Zerevanî di nava hêzên şandin herêmê de cih digirin, hêzên Gulan û Parastin yên girêdayî Mesrûr Barzanî jî şiyandin qadên Gerîla.

Çavkaniyên siyasî jî diyar kirin ku PDK’ê bi planên curbecur dixwaze Iraqê jî bike nava polîtîkayên dewleta Tirk û di vê çarçoveyê de şandeyek jî şiyandiye Bexdayê.

Heman çavkaniyan got; Yekîneyên Parastina Sînor ya Iraqê, ji bo herêmên Dihok û Şêladizê hatine şandin û teva jî hêzên PDK’ê ne.

Berpirsê vê hêzê biraziyê Hoşyar Zêbarî Dilêr Ferzende ye û Şêladizê bi cih bûye..

Desthilatdariya Iraqê ji vê rewşê ne razî ye û li dijî hewldanên PDK’ê derket û got;

bicihkirina Yekîneyên Parastina Sînorên Iraqê bi vî rengî, ne li gorî armanca Iraqê ye û em li dijî ne.

Rayedarên Iraqê ji PDK’ê re gotin; “We tiştekî din ji me re got, lê li qadan rewşeke cuda diqewime.