Ciwanên Kurd li Parîsê êrişên PDK’ê yên li ser gerîlayên HPG’ê şermezar kirin. Li banliyoya Drancy Jî pankart bi buroya PDK’ê ve hate daliqandin. Li Marsîlyayê bi heman armancê meşek hate lidarxistin.

Li dijî êrişa hêzên PDK’ê ya 13’ê Kanûnê ya li herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê, ku li dijî gerîlayên HPG’ê kirin, li banliyoya Vîllîers-le-Bel a Parîsê meşek hate lidarxistin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) saet di 19:00 de li pêşiya gara trenê li hev kom bûn û meşiyan.

Di meşê de li dijî PDK û dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn. Çalakgeran ji PDK’ê xwestin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.

Li banliyoya Drancy ya Parîsê jî ciwanên TCŞ’ê pankarta bi nivîsa “PDK û nokeriya bi dewleta Tirk re wê têk biçin, Tevgera Azadiyê wê bi ser bikeve” bi buroya PDK’ê ve daliqandin.

Ciwanên Kurd li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî PDK û dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan silav kirin.

Ciwanan êvarê saet di 18:00 de ber bi Sencûsefê dest bi meşê kirin û li dijî PDK’ê û dewleta Tirk dirûşm qîriyan.

Piştre jî li qada Sencûsefê mîtîngek li dar xistin