Di van rojên dawî de asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îraqê (PDK) li Balekayetî û Soranê nahêle rojnamger û qenalên televziyonê derbazî navçeyên Binarê Qendîl yên ku di encama lêhiyê de ziyan dîtine bibin.

Li ser vê mijarê rojnamgerên Herêma Kurdistanê yên rastî astengiya asayîşa PDK’ê hatîn ji RojNews re axivîn.

Rojnameger Ebdo Rostayî yê ku di qenala NRT de di xebite, li ser vê yekê axivî û got; “Asayîşa PDK’ê nehêla em biçin sînorên Balayan û Binarê Qendîl. Me dixwast em biçin wan gundan û ziyanên wan gundan binivîsin û ragihînin. Asayîş dihêle qenalên nêzîkî PDK’ê derbazî wan gundan bibin. Ev ne cara yekeme asayîşa PDK’ê astengiyê ji rojnamegeran re çêdike, di dema dagirkeriya dewleta Tirk ya li Biradostê de jî asayîşê astengî çêkir.”

Rojnameger Azad Omeraweyî yê ku di qenala Peyamê de jî dixebite li ser vê yekê axivî û got; “Hizba desthilatdar li sînorê Soran astengiyê ji karê rojnameran re çêdike û azadiya rojnamegeran tê binpêkirin. Em rojnamegerin û hewl didin dengê xelkê ku ziyanê dîti bigihînin raya giştî, lê asayîş astengiyê ji mere çêdike û nahêle em herin gundên ku di encama lêhiyê de zerer dîtine.

Ji ber topbarana welatên cîran gelek malbat koçber dibin û warê xwe terk dikin. Me gelek car xwest em li ser vê mijarê nûçe çê bikin, lê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve astengî ji bo me hat çêkirin. Me di van rojên dawî de xwest em biçin gundên ku lêhî lêdayî, lê asayîşê dîsa nehêla em biçin. Di heman demê de asayîş dihêle ragihandinên nêzî desthilatê biçin wan navçe û gundan.”

Rojnameger Amanc Ehmed ku di qenalê KNN de di xebite got ku ew gelek caran ji aliyê xalên asayîşa PDK’ê ve hatine asteng kirin û got; “Me gelek caran xwest em herin wan navçe û gundan ji bo çalakiyên cuda. Herwiha di rojên dawî de jî me xwest em biçin zerer û ziyanê gundiyan bigrin û ragihînin. Lê asayîş nehêla.

Beriya 2 rojan jî me xwest em biçin cihên ku lêhî lêdayî û xirabûyî, lê asayîşê me da sekinandin û ji mere gotin ku li wan navçeyan desthilatiya Hikûmeta Herêmê lewaze û divê hun neçin wan deveran.”