PDK’ê Cîhad Hesen, Nûnerê Hewlêrê yê Rêveberiya Xweser ku rehîn kiribû, piştî 112 rojan dersînor kir.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suyiyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen ku ev 112 roj bûn ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin, ji aliyê PDK’ê ve hate dersînorkirin û Hewlêr lê qedexekirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen 10’ê Hezîrana 2021’an de, dema li gel Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, saet di 03.00’an de li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn revandin.

Piştî 50 rojan Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê hatin berdan.

Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen bêyî ku tu hincetek were nişandan, ev 112 roj bûn di girtîgehê bû.

Li gorî agahiyên ji Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye girtin, îro Cîhad Hesen ji aliyê PDK’ê ve dersînorî Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Hêzên  PDK’ê vê êvarê di saet 17.30’an de Cîhad Hesen birîne li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û jê re gotine ku bi ti awayî nabe derbasî Hewlêrê bibe. PDK’ê Hewlêr li Cîhad Hesen qedexe kir û nasname û tiştên wî yên taybet nedayînê.