Ciwanekî Swîsreyî ku ji bo piştgiriyê bide Şoreşa Rojava ev demek bû tevlî projeyên ekolojîst ên li Rojava dibû, dema dixwest vegera Cenevreyê li Duhokê hate destgîrkirin. Ekolojîstê Swîsreyî hefteyeke li Hewlêrê girtî ye.
Ekolojîstê Swîsreyî yê 20 salî ku ji bo piştgiriyê bide Şoreşa Rojava û cihê xwe di nava projeyên ekolojîst de bigire sala 2019’an çû herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, roja Yekşemê ji bo vegera Swîsreyê çû Başûrê Kurdistanê, lê belê li bajarê Duhokê hate destgîrkirin. Ciwanê Swîsreyî hefteyeke li Hewlêrê destgîrkirî ye.
‘JI BO PIŞTGIRIYÊ BIDE PROJEYÊN EKOLOJÎST LI WIR BÛ’
Parêzerê ciwanê navborî Olîvîer Peter agahî da Ajansa Nûçeyan a Swîsreyê Keystone-ATS û diyar kir ku muwekîlê wî hefteyeke li Hewlêrê destgîrkirî ye û helwesta hilkumeta Başûrê Kurdistanê rexne kir. Parêzer Peter anî ziman ku muwekîlê wî ekolojîstek bû di nava komên çep ên Swîsreyê de cih digirt û ragihand, muwekîlê wî ji bo piştgiriyê bide projeyên ekolojîst ên li Rojava çûye herêmê.
‘HEFTEYEKE LI HEWLÊRÊ DESTGÎRKIRÎ YE’
Parêzer Peter diyar kir ku muwekîlê wî roja Yekşemê dema ku dixwest vegera Cenevreyê li Duhokê hate destgîrkirin û anî ziman ku rayedarên Başûrê Kurdistanê sedema destgîrkirina muwekîlê wî jî binpêkirina sînor û bêpasaportbûnê nîşan didin. Peter got, “Rast e muwekîlê min dema ku ji sînor derbas bû pasaporta xwe winda kir, lê belê rayedarên Kurd ên Bakurê Iraqê meha Sibatê ya derbasbûyî vîseya muwekîlê min nû kirin. Ev agahî li ber destê wan heye. Nasnameya muwekîlê min dikare bi hêsanî bê ispatkirin. Lewma destgîrkirina muwekîlê min nayê qebûlkirin. Vê rewşê bi rageşiya navbera rayedarên Kurd ên Bakurê Iraqê û Rojava ve girê didim.”
‘SWÎSRE KETE DEWRÊ’
Parêzer Peter diyar kir ku haya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ji mijarê heye û rayedarên Swîsreyî têkildarî mijarê têkilî bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve daniye.