Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne tenê Kurdistan vala kiriye ji ber ku ji bo dewleta Tirk a dagirker û sîxurên wê Hewlêr kiriye stargeh ji bo wan Beasiyên ku destên wan bi xwîna Kurdan sor bûne.
PDK’ê bi dehan çalakvan û welatparêzên Başûrê Kurdistanê xistiye quncê girtîgehan û li dijî PKK’ê şer daye destpêkirin. Di ragihandinên xwe de jî dibêjin ku ew şoreşger divê ji xaka Başûrê Kurdistanê derbikevin. Lê di heman demê de derî li pêşiya artêşa Tirk a dagirker û sîxurên wê vekiriye. Her wiha Kurdistan jî kiriye stargehek ya ji bo wan Beasiyên ku destên wan bi xwîna Kurdan sor bûne.
Li gorî hin belgeyên ku siyasetmedar û çalakvanê civaka sivîl Mekî Amêdî ku di dema weşana zindî ya li ser Facebookê eşkere kirî de dibêje ku ji niha ve PDK’ê Hewlêr kiriye stargehek ji bo pismamên Sedam Hisên ê Beasî, celadên wî di demekî de ye ku destên wan kesane di karesatên Enfal û Helebçeyê de bi xwîna Kurdan sor bûye.
Li gorî heman belgeyên di destê Amêdî de, di meha Adarê ya 2014’an de Wezîrê Karên Hindirîn ê niha Rêber Ehmed ku kadroyekî PDK’ê ye, li Hewlêrê bi komek tundrewên Îslamî û Beasî re dicive û gotûbêj kirine. Piştî wê civînê serokê wê demê yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî meha Hezîrana heman salî diçe welatê Urdunê û bi rêveberên Beasiyan ku di nava wan de Sekreteê Partiya Beas’ê Izet Dûrî jî hebû dicive û bi komek tundrewên Îslamî re di vê civînê de biryara radestkirina Şengal û Musilê ji bo DAÎŞ’ê tê girtin. Di heman demê de li ser wê jî li hevkirin ku malbata Sedam Hisên jî li Hewlêrê bijîn.
Di belgeyên hatin belavkirin de hatiye gotin ku niha bi dehan kes ji pismam û xizmên Sedam Hisên û rêveberên Partiya Beas ku di nava wan de kur û sekreterê Elî Kîmyavî jî piştî wê peymanê niha li Hewlêrê dijîn.
Amêdî navê çend ji wan Beasiyan eşkere dike ku destên wan di xwîna kurdan de heye û niha jî li Hewlêrê dijîn û ji aliyê PDK’ê ve cih hatiye dayîn û parastina wan dikin. Her wiha di cihê herî xweş ê Hewlêrê de dijîn û zarokên wan di zanîngeh û dibistanên herî biha yê Hewlêrê de dixwînin.
Belge û agahiyên hatine belavkirin wiha ne:
BEASIYÊN LI GUNDÊ ÎNGILÎZÎ DIJÎN
Hecî Şebîb Silêman Mecîd û Galîb Hebîb Mecîd ku dibe kurê pismamê Sedam Hisên, her wiha deh malên din ku hemû Beasî ne, li Gundê Îngilîzî ya Hewlêrê dijîn. Gundê Îngilîzî dikeve ser rêya Hewlêr-Mûsil û li rex parka Samî Ebdurehman e.
BEASIYÊN LI GUNDÊ EMERÎKÎ
Ebû Deri ku sekreterê pêştir ê Elî Hesen Mecîdî yê Beasî ku di nava Kurdan de weke Elî Kîmyavî bi nav û bange, tawanbarê sereke yê kîmyabarana Helebçeyê ye. Niha ev kes li Gundê Emerîkî de ku dikeve ser rêya taxa Mesîf a Hewlêrê dijî.
Pismamê Sedam Hisên, Muzahim Mihemed Hesen Mecîd jî berê li Hewlêrê jiyaye û piştî rûxîna rejîma Beas, li Hewlêrê miriye û li Mizgeftên Hewlêrê merasîma sersaxiyê jê re hatiye danîn. Niha 4 kur û 2 keçên wî hene ku dibin kur û keçmamên Sedam Hisên û hemû jî li Hewlêrê dijîn û mala wan li Gundê Emerîkî ye.
Çar kurê Ebd Hesen Mecîd ku dibin pismamên heq ê Sedam Hisên niha li Gundê Emerîkî dijîn û hemû jî ji aliyê PDK’ê ve tên parastin û ewlehiya wan tê girtin.
Hesen Elî Hesen Mecîd ango kurê Elî Kîmyawî li Gundê Emerîkî malekî wî heye û di heman demê de li Urdunê jî malekî wî heye û di navbera Urdun û Hewlêr de hatûçûnê dike. Pir caran jî li mala xwe dimîne û li Hewlêrê dijî. Wan kesên ku bavên wan bi destê Elî Kîmyawî hatibûn şehîdxistin niha PDK’ê wan kiriye nobedarê kurê wî qatilî.
Ew çalakvane îşare bi wê jî dike ku PDK û malbata Barzanî bi xwe bi rêya çend şêwirmendên kevn ve bi wan Beasiyan re karên bazirganiyê kirine. Dema yek ji xwişkên Mesûd Barzanî mir, Beasiyan bi hinceta sersaxiyê çûne mala Barzanî.
Bicihkirina hejmarekî wer zêde yê Beasiyan a li Başûrê Kurdistanê û parastina wan a ji aliyê PDK’ê ve di demekî de ye ku hemû kes dizane 180 hezar welatiyên Başûrê Kurdistanê bi destê Beasiyan ve hatine enfalkirin ku di nava wan de 8 hezar Barzanî jî hebûn. Di nava kêliyekê de 5000 welatî li Helebçeyê bi destê Elî Kîmyawî hatin komkujkirin, heman Elî yê ku niha kurê wî li Hewlêrê dijî.
Bi hezaran pêşmerge canê xwe dan, bi hezaran bûn gazî û xwîna bi hezaran welatî hate rijandin. Di encama xebata bi dehan salan a pêşmerge û Kurdan de beşek li Başûrê Kurdistanê rizgar bû, lê niha PDK li Hewlêrê parastina Beasiyan dike û jiyana herî xweş ji bo wan dabîn dike. PDK welatiyên xwe jî birçî dihêle û mûçeya mamoste, karmend û pêşmergeyan nade, ciwan jî ji ber bêkarî û bê edaletiyê berê xwe didin Ewropayê.