Asayîşa PDK’ê torên civakî yên welatî û çalakvanên navçeyên Herêma Behdînanê lêkolîn dike û bi ser malên wan de digre.
Îro danê sibê asayîşa PDK’ê li komelgeha Kelekçi a ser bi bajarokê Şêxan a ser bi parêzgeha Dihokê ve, bi ser mala welatiyê bi navê Rêkan Reşîd de girt û dester ser kirin.
Rêkan Reşîd cara sêyeme ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tê girtin. Beriya niha PDK’ê ji tirsa çêbûna xwepêşandanek a li komelgeha Kelekçî, Reşîd girtibû.
Li gorî agahiyên hatine standin asayîşa PDK’ê telefonê Reşîd kirine û daxwaz jê kirine daku were serdana asayîşê bike. Lê Reşîd gotiye heya bangek fermî ji bo wî neyê ew nayê asayîşê.
Li gorî zanyariyan asayîşê gelek car êrîşê Reşîd kirine û gef lê xwarine. Asayîşê ji Reşîd xwestiye daku ti xwepêşandanek neke û nerazîbunek nîşan nede.
Tê îdîakirin ku asayîşê vê carê jî Reşîd ji ber rexneyên wî yên di tora civakî de belav kirî, girtibe.
Di van demên dawî de zextên asayîşa PDK’ê yên li ser welatiyan zêde bûne. Bi taybet li aliyê Behdînan ev zext her ku diçe zêde dibe. Asayîş nahêle kes li ser torên civakî rexneyek bike, yan jî tevlî xwepêşandanek nerazîbunê bibe.
Hêjayê gotinê ye îro asayişa Dihokê li ser gotina, “Qendîl şeref û namûsa mine” gef li endamekî meclîsa Tevgera Azadî ya bajaroka Şêladizê ya ser bi Dihokê xwar û jêre gotin ku eger dev ji Tevgera Azadî bernedî, wê gelek tişt bên serê te.