Wekîlên Parlamentoya Ewropayê li djî yasaya înfazê ya cihêkar helwest nîşan dan û gotin,”Desthilata Tirk girtiyên siyasî bi rîska vîrûsê ya kujende re hiştin.”

Wekîlên Parlamentoya Ewropayê gotin desthilata AKP-MHP’ê, ”Biryar li ser dan kesên ku ji xwe re muxalîf dibînin bi rîska Covîd-19’ê ya kujende re bihêlin.”

Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor û ji Komîsyona Parlamentoya Têkel a YE-Tirkiyê Sergey Lagodîsnky li dijî guherîna yasaya înfazê ya cihêkar daxuyanî dan.

‘GIRTIYÊN SIYASÎ RE BI VÎRÛSÊ RE HIŞTIN’

Parlamenterên YE’yê di daxuyaniyê de bi bîr xistin ku parlamentoya Tirk bi guherîna yasayê ya ku pê 90 hezar mehkûm têne berdan lê girtiyên ji ber aktîveteyên siyasî venahewîne rê li ber ‘şikestineke mezin a hêviyêkiriye” û bi berdewamî diyar kirin wan hêvî dikir ku parlamentoya Tirk bi guherîneke yasayê ya dadmend, berpirs û ne cihêkr jiyana girtiyên ku li girtîgehên pir tije ne xilas bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin,”Yasayeke wiha nexasim ji bo kesên ku bi neheqî ji ber sedemên siyasî girtî ne hewce dike. Lê li şûna vê partiyên desthilatê bi zanebûn jiyana siyasetmedarên ku ji xwe re muxalîf dibînin, parêzvanên mafê mirovan  bi rîska kujend ya nexweşiya Covîd-19’ê re dihêle.

Zehmetiya li ber me pir mezin e û li bara wê, bi rengekî ji ramanên polîtîk an jî mehkûmiyetan bêrî, em dixwazin jiyana hemû welatiyan rizgar bikin û bi rengekî necihêkar û demokratîk dixwazin bi hev re têbikoşin.”