Peace in Kurdistan Campaign-Kampanya Aştî ji bo Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo maf û aştiya li Rojhilata Navîn û xwest tavilê bê berdan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in di nava tecrîdeke giran de ye; destûr ji serdana malbatê û parêzeran re nayê dayin û tevî van şert û mercan jî tevkariyê li nêrîna siyasî û fîlozofiya pêşverû re dike.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek fikir afirandiye ku piraniya wan li ser azadiya jinê ye û jinan jî sûd ji vî fikrî wergirtine. Hate destnîşankirin ku jinên Kurd li ser fikrê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn li dijî newekheviya zayendî, zewaca bi pir hevjinî, kuştina jinan, êrişên zayendî û zewaca di temenê zarokatiyê de tevkarî li berxwedana girseyî kiriye.

Di daxuyaniyê de işaret bi rola jinan a li Rojava di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê û kevneşopiya baviksalarî hate kirin û hate destnîşankirin ku azadiya jinê di avaniyên siyasî û civakî yên li van deveran li pêş e. Her wiha hate ragihandin ku jinên li Rojava bi saya vê têkoşînê wekhevî bi dest xistine.

LI DIJÎ GELÊ KURD ÎNKAR Û ZEXTEKE BI RÊK Û PÊK HEYE

Di daxuyaniya Peace in Kurdistan de hate ragihandin ku li Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd kampanyayeke zext û înkarê ya li ser çand û nasnameya Kurdan heye û hate gotin, “Kuştina bêdaraz, revandin, tunekirina bi hezaran gundan û binpêkirina mafên mirovan çend ji van zext û zordariyan e.”

Kampanyayê bi bîr xist ku di navbera hêzên dewleta Tirk û PKK’ê de 40 sal in şer diqewime û ev şer ji aliyê kes û saziyên pispor ên navneteweyî ve weke “şerê çekdarî yê ne navneteweyî” hatiye pênasekirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji bo bidawîkirina vî şerî gelek însiyatîfên neteweyî û navneteweyî ketine nava hewldanan û ev hewldan ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destekkirin.

‘JI BO AŞTIYEKE BI WATE DIVÊ AZAD BIBE’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê bi milyonan Kurdî ve weke nûnerê rewa û lîder tê dîtin û işaret bi rola navendî ya Ocalan a di danûstandinên sala 2013-2015’an de hate kirin. Ji bo pêvajoya aştiyeke bi wate jî hate xwestin ku divê Ocalan tavilê bê berdan.