Biryara DYA’ê ya li dijî sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê rastî narazîbûnên gelê Kurd û dostên gelê Kurd tên. Roj bi roj hêrsa gel zêde dibe û li piraniya bajarên Kurdistanê û cîhanê meş têne lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de, îro bi mebesta şermezarkirina biyara DYA’ê û êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên ser sînor, bi sedan ji pêkhateyên navçeya Tirbespiyê Kurd, Ereb û Suryan li ber avahiya Kongreya Star a navçeyê kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Meşvan ber bi sûka navendî ve meşiyan.
‘Piştgiriya pêşengên Kurd erkek niştîmanî û exlaqî ye’
Hemû pêkhateyên navçeyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bankartên ku ev nivîs li ser hatibû nivîsand ‘Piştgiriya pêşengên Kurd erkek niştîmanî û exlaqî ye’, Biryara DYA’ê êrîşên dewleta Tirk ên mêtingeriyê rawa dike’ û alên YPG,YPJ’ê hildan û di nav kolanên navçeyê de meşiyan. Her wiha şêniyan siloganên piştgiriya pêşengên Kurd û şermezarkirina biryarên DYA’ê berz kirin.
Meş li ber çerxereya Azadî veguherî mitîngê. Li vir bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Ebdulhelîm Hisên axivî û diyar kir ku biryara DAY’ê binpêkirinên Tirkiyê li herêmê ku çewsandina gelên herêmê dike hedef, rewa dike. Her wiha destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo azadiya hemû gelan û gelê Kurd têdikoşe.
Di dawiyê Ebdulhelîm got:”Em îro bi hemû pêkhateyên navçeyê piştgiriya xwe bi pêşengên ku riya azadiyê û demokrasiyê ji me re ronî kirine diyar dikin. Em ê têkoşîna xwe heta bi destxistina azadiya hemû gelan bidomînin. Em bang li DYA’ê dikin ku li pey dewleta Tirkiyê ya dijberê hêviyên gelên herêmê nemeşe û li rex gelên bindest û azadîxwaz bisekine.”