PENa Kurd têkildarî rojnamevan Qehremena Şûkrî ê li asayîşa PDK’ê ve hatiye destgîrkirin daxuyaniyek da û daxwaza azadkirina wî kirin.

Komîteya Birêveberiya Giştî ya PENa Kurd li ser destgîrkirina rojnamevan Qehreman Şukrî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Ji desthilata siyasî û dadweriya Herêma Kurdistanê dixwazin, li gor qanûn û zagonan tev bigerin û di demekê de ku wî rojnamevanî tu tawanek nekiribe, lazim e bêmerc bê azadkirin.”

Daxuyaniya PENa Kurd wiha ye:

“Ji ber rewşa aloz û şerê berdewam li Rojhilata Navîn, binpêkirina mafê rojnamevan û kesên bi ramanên cuda ji desthilatê her ku diçe zêde dibe û rojane dibin şahidê wan binpêkirinan. Vê yekê rê li ber desthilatdaran vekirî hiştiye ku bi her awa û rêbazên ne hiqûqî rojnamevan, rewşenbîr û kesên bi ramanên cuda, ku wan weke dijberên xwe dihesibînin bêdeng bikin. Gelek caran rojnamevan û rewşenbîr ji aliyê hêzên asayîş a Herêma Kurdistanê ve rastî van bê hiqûqî û ji mafê azadiya raderbirînê bê par mane. Herî dawî di 27.06.2020’an de Qehreman Şukrî Zêdan ku rojnamevanekî serbixwe ye û hevkariya Ajansên weke ROJNEWS, kanala KNN û Stêrk TV’ê dike ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatiye destgîrkirin.

Li gor agahiyên li ber destên me ev rojnamevan çend rojan piştî xwepêşandan û nerazîbûna xelkê Şêladizê, ji ber hedefgirtin û şehîd kirina 3 ciwanên sivîl ji aliyê firokeyên şer yên Tirkiyê li Şêladizê, ji aliyê hêzên asayîşê ve bê diyar kirina sedem û hebûna biryara dadgehê di mala xwe da li Şêladizê hatiye destgîrkirin.

Ji zarê endamekî malbata Qehreman ve, di dema destgîrkirinê de hêzên asayîşê ji wan re ragihandine ku piştî lêpirsînaneke demkurt û nîv demjimêrî Qehreman wê bê azadkirin. Lê piştî derbasbûna 12 rojan û serdana Koma Parêzerên Dilxwaz bo Asayîş û Girtîgeha Zirka, hêzên asayîşê rê nadin malbat û parêzeran ku serdana vî rojnamevanî bikin, dosyeya wî bişopînin û sedema girtina wî bizanin. Ev kiryar cihê dilgiranî û ji bingehên mafê azadiya derbirînê ku yek ji mafên bingehîn ê mirovî ye dûr e.  

Ji ber ku Qehreman di sala 2019’an û meha adara îsal de ji aliyê hêzên asayîşê ve hatibû girtin, guman zêde ne ku Qehreman ji ber ku di 19’ê Hezîranê de li ser êrîşên Tirkiyê têkilarî Herêma Kurdistanê û kuştina hevwelatiyên sivîl bi kanala Stêrk TV yê re axiviye hatiye girtin.

Em weke Navenda PENa Kurd bi erkê xwe dizanin ku piştevaniya azadiya derbirîna bîr û ramanan bikin û vê şêwaza hesl û kefta bi rojnamevanan re red bikin, ji ber ku berovajî azadiya raderbirînê ye.

Her wiha ji desthilata siyasî û dadweriya Herêma Kurdistanê dixwazin, li gor qanûn û zagonan tev bigerin û di demekê da ku wî rojnamevanî tu tawanek nekiribe, lazim e bêmerc bê azadkirin.”