PENa Kurd got; Mamoste Denîz wek rêncber û dilsozekî Kurdî, ji bo parastin û pêşxistina Kurdî, çand û wêjeya Kurdî di tevahiya jiyana xwe de, di bin banê gelek sazî û dezgehan de kedeke mezin daye.

Pêşengiya avakirina saziyên lêkolîn pêşvebirina Kurdî, bi dehan bernameyên ziman, çand û wêjeya Kurdî kiriye.

Di serdemeke ku raperîna Kurdên li rojhilatê Kurdistanê di rojeva cîhanê de ye, li Rojava, li Şingalê daxwaza statuyekê tê kirin, dewleta Tirk û çeteyên wê, êrîşî wan herêman dikin.

Li Bakur ligel qirkirina fizîkî, qirkirina siyasî bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Em bang dikin ku desthilatdariya Herêma Kurdistanê, demildest êrîşkarên Buroya KNKê, kujerên Mamoste Denîzbigirin û hêzên li pey wan eşkere bikin.

Eger vê nekin, berpirsiyariya herî mezin a divê bûyerê de, wê para wan be.