Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî diyar kir ku biryara Amerîka ya li dijî şoreşger û pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê, parçeyek ji komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd e. Pênciwênî daxwaz ji gelê Kurd kir ku li dijî vê biryarê rabin.
Pênciwênî biryara Amerîka bi ‘ne mirovî, neqanûnî û bêwijdanî” bi nav kir û diyar kir ku ev biryar ji bo razîkirina dewleta Tirkiye hatiye girtin û got: “ Ev biryar jî di çarçoveya goşarên li ser Îranê hatine danîn. Dixwaze bi vê biryarê re Tirkiye xwe wekî bêalî nîşan bide yan jî alikariya Îranê neke. Ev yek jî ne dûre ji rastiyê ku ev lihevkirinek be di navbera Tirkiye û Amerîka de. Keşeyê Amerîka hate berdan, dibe ev biryar li berdela wê de hatibe girtin.”
Pênciwênî di dewama axaftina xwe de wiha qala her sê pêşengên Kurd dike,“Ew pêşeng û nûnerê şoreşa 25 milyon Kurdên li Bakûrê Kurdistanêne ku heya niha jî Tirkiye heyîna wan înkar dike. Ev biryar tenê ji bo razîkirina Erdogan e. 12 milyon dolar veqetandine ji bo eşkere kirina cihê wan her sê pêşengên Kurd. Çima vî pere ji bo şerê dijî DAIŞ’ê ne veqetandin. Çima ji bo malbatên şehîdên li dijî şerê DAIŞ’ê de ne veqetandin?”
Herwiha Pênciwênî, ev biryara Amerîka wekî berdewamiya komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan hatî kirin bi nav kir û wiha pêde çû; “Di revandina Abdulah Ocalan de, rolekî mezin ên dezgehên sîxûriya Amerîka CÎA û MOSAD’a Îsraîlê hebûn. Ev jî heman komploye. Wan wisan fam dikirin ku dema Ocalan hat girtin wê şoreşa gelê Kurd bi dawî bibe. Lê, berevajî şoreşa gelê Kurd mezintir bû. Bû şoreşekî cîhanî. Ev jî parçeyeke ji komploya li dijî gelê Kurd û şoreşa gelê Kurd tê meşandine.”
Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd û dostên wan, bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî biryarê rapin li ser piyan û çalakiyan bikin.