Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî got ku pirojeya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan weke projeyekî demokrasiya nîştimaniye. Pênciwînî diyarkir ku ev proje weke nîşaneya îradeya gelê Başûrê Kurdistanê ye, ji bo bicih anîna vê pirojeyê jî pêwîste ji aliyê sazî, aliyên siyasî û medenî ve kar bê kirin.

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncwênî di derbarê pirojeya Tevgera Azadî de axivî û diyarkir ku ev proje wê ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraq û Herêma Kurdistanê pêngavek girîng be.

Pênciwênî got; “Projeya Tevgera Azadî weke projeya demokrasiya nîştimaniye. Wê bandorê li ser hest û îradeya gelê Başûrê Kurdistanê bike. Ez di wê hêviyê deme ev proje bi siyasetek demdirêj û aştiyane bigihe armanca xwe. Bi taybet di projeyê de behsa ava kirina lijneyekê ji bo nivîsandina destûrê tê kirin, ev xalek girînge. Ez di wê hêviyê deme ji bo vê lijneyê kar bê kirin.”

Herwiha di aliyê aborî de û çavkaniyên bin erde û ser dî ku divê desthilat vê dahatûyê bide Wezareta Aborî hatiye behs kirin. Dîsan di projeyê de behsa rolê jinan û kar kirina wan a di rêveberiyê de tê kirin, ev xal gelek girîngin.

Pênciwênî ji bo bicih anîna vê projeyê jî xebatên siyasî û civaka sivîl girîng dibîne û wiha pêde çû; “Pêwîste ev piroje ji aliyê partiyên Başûrê Kurdistan ve giring bê dîtin. Bi taybet jî ew partiyê giringiyê didin pirojeyên xelkê. Weke pêwîst jî divê Tevgera Azadî komisyonek ava bike û serdana aliyên siyasî bike. Ji bo bikaribe gav bi gav vê pirojeyê bicih bîne.”

Di 17’ê Cotmeha 2018’an de Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan bi pîrozbahiyekê 4’emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir. Di pîrozbahiyê de projeyek ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêşkir.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir di hevpeyvîna xweya li gel ajansa me de diyar kirîbû ku ji bo ev piroje bikeve meriyetê ewê li gel aliyên peywendîdar guftogûyan bikin.