Rewşenbîrên herêmên Firat û Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ‘Karawanê Zeytûnan’ ê çandina darên zeytûnan, ji bajarê Kobanê dest pê kir.

KOBANÊ

Bi dehan rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn û pêngava destpêkirina ‘Karwanê Zeytûnan’ ragihand.

Di pêngava Karwanê Zeytûnan de Yekitiya Rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê darên zeytûnan ji çemê Firatê heta Dîcleyê li gorî hejmara gundên Efrînê (366 gund) biçînin. Dê 366 daran li herêma Firat her wiha 366 daran jî li herêma Cizîrê biçînin.

Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm ve hate xwendin.

Leyla di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “Bi wesîleya salvegera êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê (20 Çileyê 2018) ku ji bo em vê rojê bikin roja cîhanî ya Efrînê, salek li ser binpêkirin, kuştin, revandin û talankirinê derbas bû.

Bi sed hezaran şêniyên Efrînê ji ber komkjiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku ji malên xwe derkevin. Bi sed hezaran zarok ji xwendina xwe bê par man. Artêşa Tirk a dagirker talankirin, revandina jinan, kuştina zarokan û guhertina demografîk li Efrînê didomîne. Malbatên çeteyan li şûna malbatên resen bi cih dikin. Armanca wan ji vê yekê ew e ku aramî û jiyana hevbeş li herêmê bikin hedef.”

Leyla di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku gelê Kurd di nava dîrokê de her wiha di şerê li Sûriyê de ji aliyê dewletên dijberî projeya Kurdî ve rastî gelek zehmetiyan hatin. Herî dawî jî Efrîn hate dagirkirin. Hemû nirxên mirovî û exlaqî hatin binpêkirin.”

Leyla daxuyanî wiha bidawî kir: “Em weke saziyên çandê yên Rojava û bi dirûşmeya “Efrîn dê ji nû ve şîn bibe” û ji bo wefedariya bi şehîdan re dest bi pêngava Karwanê Zeytûnan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Em ê 366 darên zeytûnan li gorî hejmara gundên Efrîna birîndar, biçînin. Em ji çemê Firatê dest pê dikin û li çemê Dîcleyê bi dawî bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku saziyên beşdarî vê pêngavê bûne û daxuyanî dan ev in: Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Kurd-Sûrî, Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê.

Paşê rewşenbîran dest bi çandina darên zeytûnan li dibistan, goristanên şehîdan û navendên giştî kir û paşê dê ber bi bajarê Girê Spî ve biçin.

(bx)

ANHA