Pereyên mûçeyên karmendên nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê yên ku duh hatibûn dizin hatin dîtin.
Duh tîmekî Nexweşxaneya Şar çûn li Banka Goyije ya li Taxa Tûwî Melik a Silêmaniyê mûçeyên karmendên Nexweşaneya Şar bigirin, piştî ku yek milyar dînar mûçeyên karmend û bijîşkan ji bankê girtin, dema ku vegeriyan ji aliyê wesayîtekî ku çend çekdar têde bûn, rê li wan girtin û hemû pere birin.
Şevê din bi alîkariya welatiyan asayîşê kesên pere dizîn binçav kirin û careke din pereyê karmandan vegerandin.
Tê payîn ku asayîş li ser mijarê agahiyên berfireh bide.


