Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Pervîn Buldan diyar kir ku tekane rêya çareseriya krîza li welêt komara demokratîk e û got: “Em dibêjin komara demorkatîk û ji bo vê jî em têdikoşin.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna heftane ya meclîsê de têkildarî mijarên di rojevê de axivî. Pervîn di destpêka axaftina xwe de kedkarê çapemeniya azad Mamoste Kadrî Kaya yê duh li nexweşxaneya Îzmîrê jiyana xwe ji dest da û îro li Amedê hat veşartin bibîr anî û ji malbat û hempîşeyên wî re sersaxiyê xwest. 

Pervîn têkildarî salvegera 95’emîn a damezrandina Komarê jî got: “Jê re ‘Komar’ teê gotin lê demokrasiya gel, edalet û azadî têde nîne. Salvegera pergala yekperestiyê bû. Xwezî komarek ku her kesî xwe di hundirê wê de bidîtabûya.”

‘Komara îro zarokên a11 salî dikuje’ 

Pervîn Buldan anî ziman ku polîtîkaya sed sal berê çibû îro jî heman polîtîka tê birêvebirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dadgehên Îstîklalê yên yên piştî avakirina komarê hatin avakirin îro bi rêbazên cuda didmin. Hiqûq di bin serdestiya desthilatdariyê de ye. Nasname, ziman, çand û bawerî carek din tên tune hesibandin. Komkujiyên li Dersim û Zîlanê li Gazî û Roboskî domiya û îro li Sûr, Cizîr û Nisêbînê pêk tê. Êşa li Sûr û Cizîrê hemû êşên 95 salan şopand. Komar îro guleya li bedena zarokên 11 salî Berkîn Elvan û Ugur Kaymaz dikeve ye. Komara îro zilma li dijî Dayika Sîsê ya 76 salî a li pişt hesinên zengar girtî ye. Pirsgirêkên 95 salan îro xwe dubare dikin û didome.” 

‘Ev komar xirabe ye’

Pervîn bal kişand ser sonda xwendekaran û got: “Ev komar bi arîze ye. Ji her deverê wê pirsgirêk difûrin. Niha jî sonda nijadperest tê nîqaşkirin û ev jî manîdar e. Ev feraset jî xuya dike ku welatê me bi pergala yekperestî tê birêvebirin.” 

‘Em xwedî nasnameyên cuda ne’

Pervîn destnîşan kir ku pergala redkar bi xwe re serhildan û berxwedanê jî aniye û wiha got: “Ev sedsalek e înkar tune ye û li dijî vê jî her tim berxwedan heye û xelas nebû. Nikarin me tune bikin. Bi ser neketin. Her ew bûn asteng me astengiyan şikand. Her ku wan me ji holê rakir û tune kir, lê em pirtir bûn û em pirtir jî dibin. Wan bi yek nasnameyê girt me jî got ‘gelek nasname û em pirr in.’ Em ê vê sedsalê veguherînin sedsala azadiya gelan.” 

‘Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye’

Pervîn bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: “Ji bo ku Birêz Ocalan hêvî da gelan û dide gelan tê tecrîdkirin. Poltîtîkaya tecrîdkirinê didome. Komarê kirin e komarek tecrîdê. Her kesî xistine bin tecrîdê. Birêz Ocalan dixwaze bi manîfestoya komara demokratîk tevahiya gelên Rojhilata Navîn demokrat bike û aştiyê li nav şên bike. Birêz Ocalan teklîfa demokratîkbûnê da pêşiya kesê welat birêve dibin, lê niha ev proje di bin tecrîdê de ye. Tecrîd tenê li ser birêz Ocalan e tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin. Her kesê dibêje komara demokratîk lazim e li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike.” 

Çavkanî Ajansa JinNews