Saziya Çand û Hunerê ya Nuger li Hola Tewar a Silêmaniyê bi dirûşmeya `Rêbertiya azad wêneyên azad nîşan dide` pêşangeha wêneyan vekir. Di pêşengehê de gelek wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene.
Pêşangeha wêneyan a ku Saziya Çand û Hunerê ya Nuger organîze kiribû îro saet 14:00`an de li Hola Tewar a Silêmaniyê hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG û YPJ’ê hatin nîşandan. Di pêşangehê de tabloyên 5 wênesazan hatin nîşandan.
Di destpêka vekirina pêşangehê de Endama Komîteya Amadekar Hewar Mihemed xêrhatina kesên amade kir û got: “Em vê pêşangehê diyarî Rêber Ocalan û tevahî şehîdên Kurdistanê dikin. Em spasiya hemû wênesazên beşdarî pêşangehê bûne dikin.”
Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê dan.
Her wiha li cihê pêşengehê standa pirtûkên Rêber Abdula Ocalan jî hate danîn.
Hêjayî gotinê ye, pêşangeh wê sibê saet 14:00`an li parka Baxê Giştî bê vekirin. Rojên pêştir jî wê li navçeyên Kelar, Kifrî û Ranya bê vekirin