Pêşangeha ku Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê beriya 3 rojan li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê li dar xistibû, bi dawî bû.
ELÎ KEDRO – XANDÎ ELO / ŞEHBA
Bi sedan şêniyan di 3 rojan de li pêşangehê kom bûn û tabloyên ku êşa şêniyên Efrînê ji kuştin û komkujiyan li ser destê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê nîşan dide, temaşe kirin.
Di tabloyan de binpêkirinên artêşa dagirker a Tirkiyê ji dîrok û şaristaniya Efrînê piştî dagirkirina wê, dizîn, revandin, talankirin û kuştin tên nîşandan.
Di tabloyeke din de jî xistina peykerê Kawa Hedad, di yeke din de jî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji xwezaya Efrînê û şewitandina girava di gola Meydankê de tê nîşandan.
Di hin tabloyên din de jî derketina şêniyan ji Efrînê, di tabloyekê de êşa giran a şêniyan, her wiha di yeke din de jî dareke bi mêwe dimîne ji ber hîna tav lê dikeve.
Her wiha di tabloyekê de têkoşer Barîn Kobanê ku çeteyan hemû hovîtiya xwe di ser cenazeyê wê pêk anîn û di tabloyê de têkoşer Barîn dikene û dide nîşandan ku jiyan namire û bi saya şehîdan dewam dike. Di tabloyeke din de têkoşer Avesta Xabûr bi rengê kesk ku çalakiya fedayî dide nîşandan û bi wê dide diyarkirin ku bi çalakiya fedayî Avesta jiyan vejand.
Wênesaz û endama rêveberiya Yekitiya Rewşenbîran Erdelan Îbrahîm ji ajansa me re wiha got: “Tiştê ku me li Efrînê dît, me xwest em bi rêya xêzkirina wêneyan derxin û me êş û berxwedan derxist pêş. Dagirkeran bi hovîtî êrîş kir û şênî û şervanên wê berxwedaneke mezin li hember çekên wan nîşan dan.”
ANHA