Li Iraqê krîza hilbijartina serokkomar û avakirina hikumeta nû ya Iraqê dewam dike. Duh bi şev rêveberên Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan li mala serokê Dewleta Yasa Nurî Malikî civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de tê gotin; “Çarçoveya Hemahengî amade ye bi hemû aliyan û kesayetên serbixwe re ji bo rizgarbûna krîza siyasî diyalogeke ciddî bike.”

Xalên ku Çarçoveya Hemahengî ji bo çareseriyê pêşkêşkirî ev in:

-Girêdana bi dema destûrî û avakirina eniya herî mezin bi Eniya Sedir û hevpeymanên wê re.

-Piştî koma herî mezin hate ragihandin, bê şert û merc lihevkirina li ser namzetê serokwezîrtiyê.

-Lihevkirina li ser bernameya hikumetê.

– Çavdêriya karên hikumetê ya ji aliyê muxalefetê ve.