Pêşmergeya dêrîn diyar dike ku Ocalan pêşerojeke ji bo gelê Kurd, ji ber ku ji bo her çar parçeyê Kurdistanê xebat dike û hêviya hemû gelê Kurd e û got; “Divê hemû Kurd ji bo azadiya Ocalan tekoşînê bikin.”

Zêdetirî 19 sale Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindana dewleta Tirk a Îmraliyê de dîl tê girtin. Dewleta Tirk nahêle malbat û parêzerên Ocalan serdanê bikin û tecrîdek giran kirî li ser dide meşandin. Cîgira rêveberiya serpereştiyara perwerdê û pêşmergeya dêrîn Nermîn Hisên li ser kesayetiya Ocalan ji RojNews re axivî.

‘Ocalan kesayetek şoreşger û serkeftiye’
Nermîn got ku Ocalan kesayetek şoreşger û serkeftiye, weke rêberek ji dayîk bûye û wiha domkir; “Kesayetek rêvebere, dilsoze, ji bo vê dema Ocalan dîl tê girtin hemû kes radibe serpiyan û çalakiyan li dardixin. Ger Ocalan azad ba wê bi hezaran fikrê zêdetir pêşketîtir hebûya, wekî ya niha di zindanê de heyî. Fikrê Ocalan bandorek raste raste li ser hizban dike, tirs xistiye nava dilê dijminan de. Niha dijmin bi dîl girtina Ocalan gelek kêfxweşe, lê vê yekê ne Ocalan ne jî gelê Kurdan ji tekoşîn kirinê nedaye sekinandin.”

Pêşmergeya dêrîn Nermîn Hisên di dewamê de behsa armanca tecrîda giran kirî ya li ser Ocalan kir û got; “Bi tecrîd kirina Ocalan dixwazin ji bo hemû rêveberên Kurdan bêjin, her kesê ku bi xwaze li ser azadî û serbixwetiya Kurdistanê bi axive wê vê yekê lê bikin. Lê ev yek nayê wateya gelê Kurd tekoşîna xwe rawestand be, raste dîl girtina Ocalan ziyanek mezine ji bo gelê Kurd, lê vê yekê we kiriye ku gelê Kurd hê zêdetir tekoşîn û xebata xwe bilind bike. “

‘Divê gelê Kurd ji bo Ocalan raber ser piyan’
Nermîn Hisên destnîşan kir ku divê hemû Kurd bi hevre û bi yek dengî ji bo azadiya Ocalan bi xebitin û wiha pêde çû; “Ji ber ku Ocalan ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê dixebite, rêberê (rêveberê) her çar parçeyên Kurdistanê ye. Divê em zextê li rêxistinên navnetewî bikin daku li ser vê yekê rolê xwe bileyîzin. Ev jî tenê bi çalakiyan pêktê. Divê gel raber ser piyan û azadiya Ocalan bixwazin. Hinek rêber hene hemû jiyana xwe dinava xiyanetê derbaz dikin û li dijî azadî û mafên mirovanin. Lê rêberek weke Ocalan heya niha mafê ti welatek nexwariye û zoriyê li hîç welatek nekiriye. Li rexmê vê jî di zindanê deye.”

‘Ocalan pêşeroja gelê Kurd e’
Herî dawî pêşmergeya dêrîn got ku Ocalan pêşeroja gelê Kurde, ji ber ku ji bo her çar parçeyên Kurdistanê dixebite û got; “Ji bo hemû gelê Kurd kar dike, wê rojek ji rojan azad bibe û emê jî bi vê yekê gelek kêfxweş bibin. Wê her tim weke pêşerojek ronî li ber çavê me be û emê jî li pey rêbaza wî herin.”