Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan bi boneya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lêkolînkirin pêşniyaznameya lêkolînê da Serokatiya Meclîsê, lê pêşniyazname bi hinceta “gotinên hişk û birîn dike” red kir.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di cih de bê lêkolînkirin û pêşî lê bê girtin di 14’ê îlonê de pêşniyaznameya lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kiribû. Pêşniyazname ji aliyê Serokatiya Meclîsê ve nehat qebûlkirin û li Omer Ocalan vegerand.

Di hinceta redkirina pêşniyaznameyê de ev tişt cih girtin: “…ne çareserî, pevçûn hatiye tercîhkirin.”, “… ne ji bo aştiyê, bûye nîşaneya israra şer.”, “..şertên tecrîda teqez hatiye girtin.”, “… bi rejîma KHK’ê qanûnek baş li dijî hiqûqê cih girtiye.”, “mafê girtî û hikumxwar bi temamî binpê bûye, vê rewşê polîtîkayek tecrîda li dijî mirovahiyê.”, “…tecrîda teqez a sûcêk mirovahiyê…”

Pêşniyazname bi hinceta “gotinên hişk û birîn dike” hat redkirin û lêvegerand.