Her sal di demsala havînê de beşek ji ciwan û malbatên Başûrê Kurdistanê bi xeyala jiyanek nû û baştir bi riyên deryayî û ne yasayî dikevin ser rêya koçberiya ber bi Ewropa ve.

Herî dawî roja 17’yê Hezîranê qayîkek koçberan ku 75 kes têde bûn û beşek ji wan Kurd bûn, li peravên Îtalyayê noqî avê bû.

Welatiyên Silêmaniyê li dijî koçberiya ciwanan ji Rojnewsê re axivîin û bang li ciwanan kirin ku ji welatên xwe koçnekin.

Welatiyê bi navê Osman Qadir, fikarên xwe anîne ziman û got: Karesatek giran û nexweş e, ciwanên Kurd di deryaya Ege, Îtalya û Tirkiye de difetisin. Yên ji kîsê me diçin nifşê ciwan e. Mixabin desthilatdariya heêrmê tedbîran nagire. Divê desthilatdarî derfetan ji bo ciwanan biafirîne. Koça ciwanan dahatuya welat dike bin metirsînê.

Qadir Osman destnîşan kir koça li derveyî welat ne çareseriyê, divê ciwan vê ratsiyê bizanin.

Welatiyê bi navê Çalak Sofî jî got; Ev suc, di aliyê desthilatdariyê de ye. Muçeyê me bi naz û mekran didin. Kes nizane çi li evqas pere dikin. Ciwan dema li xwe dinêrin bi dehan kêmaniyên wan hene. Li herêmê ti mafek nîne, ciwan ne wêrin gotinekê bikin. Ev nabe û nayê qebûl kirin.

Çalak Sofî da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê jiyanek baş hebe, wê kes koçber nebe û got; Êdî bes e, divê desthilatdarî dest ji berjewendiyên xwe berde û li rewşa welatiyan bipirse. Xelk bi vî rengî nikarin bijîn. Divê gel dengê xwe bilind bike. Piştî hikûmraniya evqas sal û hebûna evqas çavkaniyên xwezayî, niha neçarî Bexdayê ne ku budce bide. Ev şerma desthilatdariya heremêye.