Nivîskar û rojnamevan Kameran Gulpî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nunertiya doza rewa ya her çar parçeyên Kurdsitanê dike, lewma divê hemû partiyên siyasî yên Kurdan û Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan bikevin nava hewildanan.
Nivîskar û rojnamevan Kameran Gulpî têkildarî tecrîda girankirî ya liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya cîhanê, ji Rojnews re axivî. Kemaran Gulpî bîr xist ku Ocalan nunertiya 40 milyon Kurdan dike, azadiya miletekî bindest dixwaze. Lê dema komploya navnetewî li dijî Ocalan meşandin, tu welatên Ewropî Ocalan ne parastin.
Gulpî destnîşan kir ku îro jî hêz û rêxistinên navnetewî yên bi îdîaya “parastina mafê mirovan” tevdigerin, bêding in û got: “Helwesta Neteweyên Yekgirtî (NY) li beramberî doza gelê Kurd û Ocalan cihê rexne û şermezariyê ye. Rêxistinên mafê mirovan jî tenê herêmî dimînin û di nava sînorên Ewropa de dimînin. Nikarin ji derveyî van sînoran parastina mafê mirovan bikin. Ji ber vê çendê gelê Kurd îro tê çewisandin.”
‘Partiyên siyasî wê ji aliyê dîrokê ve bêne dadgehkirin’
Gulbî bal kişand ku di roja îroyîn de fikrên Ocalan li çar perçeyên Kurdistanê esas tên girtin û berxwedana Bakûr, Başûr û Şoreşa Rojava jî wekî encamên van fikran nîşan dan.
Kameran Gulpî anî ziman tevî vê rastiyê jî partiyên siyasî yên Başûrê li dijî tecrîdê bêdeng mane û wiha pê de çû: “Ne partiyên siyasî ne jî hikumeta herêmê bi awayekî eşkere li dijî tecrîdê nerazîbûna xwe ne anîne ziman û parastina Ocalan nekirine. Lewma partiyên siyasî wê ji aliyê dîrokê ve bêne dadgehkirin, Parastina Ocalan ne kirine.”
Gulpî da zanîn ku Ocalan ji bo doza rewa ya gelê Kurd li girtîgeha Îmraliyê tê girtin, lewma jî pêwîste hemû Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan têbikoşin û wiha dom kir: “Divê partiyên siyasi yên ku nunertiya Kurdan dikin, zextê li ser yekîtiya Ewropa bikin. Divê di aliyê siyasî û dîplomatîk de kar bikin heya ku bikaribin tecrîda li ser Ocalan rabikin. Kurdistanî jî divê bi yek hişmendî û fikrek netewî, piştgiriya Ocalana bikin.”