Welatiyên navçeya Sîdekan a herêma Bradostê ya parêzgeha Hewlêrê yên ji Rojnews’ê re axivîn daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Welatiyê bi nave Ferhad Selîm diyar kir ku ger li cîhanê tiştek bi navê  mafan hebe wê demê çima siyasetmedarên Kurd tên girtin  û wiha got: “Rêberên Kurdan mirovdostin û bi çavên dostan temaşeyî cîhanê dikin. Lê, yan tên girtin, yan jî tên teror kirin. Her wiha rêberê Kurdan ev 20 sale girtiye. Eger mafê mirovan heye, ji ber çi nayê azadkirin?”

Ferhad ,terorkirin û darvekirina rêberên Kurdan bi bîr xist  û got: “Gelek serok û rêberên Kurdan weke Şeref Kendî, Dr.  Qasimlo, Şêx Seîd Pîran û Simkoyê Şikakî ji aliyê dijmin Kurdan ve hatin darvekirin, yan jî teror kirin.”

Senan Îbrahîm fikarên xwe li ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan anî ziman û got: “Ez daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî dikim ku demildest ji bo azadiya Birêz Ocalan kar bikin.  Ji ber niha pêwîstiya Rojhilata Navîn û cîhanê bi Abdulah Ocalan heye.”

Senan Îbrahîm bal kişan li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û wiha pêdevçû: “Artêşa Tirk roj bi roj zêdetir sînorê herêma Biradost  dagir dike. Ji bo wê ez daxwaz helwestekê ji civaka navnetewî dikim.”

Faris Nîmet bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û got; “Ji sedsala borî haya îro dewleta Tirk li herçar parçeyên Kurdistanê  zêxtê li gelê Kurd dike û bi teybet ji Kurdê Bakûrê Kurdistanê. Ji bombebarankirinê û girtiyê heta komkujiyan li ser Kurdan de dike.”

Farîs Nîmet daxwaz kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku di encama komployekî navneteweyî de dîlhate girtin karên cidî were kirin.