Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê، Cejna Qûrbanê Alema Îslamê pîroz kir û got: “Têkoşîna li dijî zilmê bawerî, cesaret, israr û biryardarî her tim serketiye. Ya dikeve ser milê we û hemû gelên Tirkiyeyê di vê cejnê de emelê herî bi qedir ku hûn bikin yekbûyîna xwe bihêzkirin e, li hemberî êrîşên cudakerî û qirker ên TC’ê hê zêdetir yekîtiya xwe xurt bikine.”
 
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê ya ku bi boneya Cejna Qûrbanê daxuyaniyeke nivîskî da, da xuyakirin ku di roja em ya îro de pirsgirkên cidî, yên siyasî, civakî, aborî yên mirovahiyê û bi taybet a gelên Misilman hene.”
 
Di daxuyaniya Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê de hate diyarkirin ku sedemê êşên mezin û hilweşîna ku derketiye holê rêbaza rêveberiya dewletê ye û wiha got: “Ev yên ku bi dizî û talanê zengîn bûne û li qesran bicih bûne, bûne mehkûmê tinebûna gelan. Ji çanda Cejna Qûrbanê, dewleta zalim ji bo berjewendiyên kesî û domandina sûltantiya xwe, xwe ji qûrbankirina mirovan paşve gav navêjin. Li dijî van zaliman jî sekna gelan a Îbrahîm jî ti car bi dawî ne bûye. Ev têkoşîna ku îro jî li ser vê xaka ku bi sîrûda Îbrahîm a ‘Hûn nikarin mirovan bikin qûrban’ her ku diçe bi hêz û didome. Bi vê ruh û têkoşînê Cejna Qûrbanê ya gelên Misilman pîroz dikin. Bi hêviya ku ev cejin bibe wesîleya birêxistinkirin û têkoşîna demokrasiyê. Bi hêviya ku Cejna Qûrbanê li ser vê rastiyê û bixêrbûnê bê pîrozkirin e.”
 
Li Rojhilata Navîn a ku kuştina mirovakê pir guneh û qirêj tê dîtin, rojane bi dehan kesên Misilman tên qetilkirin. Yekan e rêya rawestandina vê qetlîamê, bi têkoşîna demokrasîiyê ya yekîtiya gelan re derbas diebe bi vê boneyê bi wesîleya cejnê bibîr dixin. Bi hêviya ku ev Cejna Qûrbanê li ser vê hest û ramanê bê pîrozkirin.
 
Zilim û xirabiya herî mezin a li ser vê xaka ku em li ser dijîn, derbaskirina Misilmanan, ji bo îbadetkirina wan rêveberên dewletên minafiq û çeteyên ji bo wan kar dikin, dikine. Dewleta Tirk li gel Erdogan û Bahçelî li gel hev pêşengtiya vê minafiqiyê dikin. Ev dewleta ku ewqasî bê exlaq û nemerd ku destdirêjî zarokan dike pêşengtiyê jêre dike, ji bo gelên herêmê ji xaçperestan hê zêdetir bi metirsîdar û xeter û ji talankerên Mogliyan hê bi taloketirin.
 
‘DEWLETA TIRK DI CEJNA QÛRBANÊ DE JÎ QETLÎAM KIR’
 
TC a ku em ji tecrîda giran a li ser Rêbertiya xwe dizainin, armanca wî ya sereket tinekirina gelê Kurd e, di vê Cejna Qûrbanê de jî qetlîam kir. Di erefata cejnê de êrîşî gelê herî mexdûr û hejar ên cîhanê êrîşî civaka Êzidî kir. Pêşengê Civaka Êzidî Zekî Şengalî Şehîd kirin. Ev dewleta ku hostayê pêkanîn û qirkirinê yê sedsala 20’an e, di roja me de faşîzmekî taybet ku aydî xwe avakiriye. TC a faşîst ji her demê bêhtir dijminê hêzên şoreşger û demokrasî yên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn e. Li ser xaka Sûriye û Iraqê li gel Kurdan, Ereb, Asûr-Kildan, Ermenî, Çerkez, Tirkmen û hemû gelên herêmê ku êrîşên xwe li ser didomîne, dixwaze biratî û aştiya kevnar a nava gelên hermê tine bike. Erdogan û Bahçelî rola ecûc û mecûc ku weke elametên qîiyametê ya efsaneya pîroz dilîzin.
 
Kêm maye ku dijminahiya qirker û zalim li ser dika dîrokê bê tinekirin. Em bidijminekî ku di warê exlaqî de dijminê mirovahiyê, li gorî baweriya Îslamê minafiq, li gorî polîtîkaya rojevî qatil û qirker re rû bi rû ne.Vê yekê baş bizanibin ku eger zalim bi ser biketibana, wê Nemrût, Fîravûn, Ebû Cehîl, Xaçperest, Mogolên talnaker wê bi ser biketa. Niha em navê van koman bi çêr, lenet û qirêjiyê, zalimî û bêexaqiyê tînin ziman.
 
Têkoşîna li dijî zilmê bawerî, cesaret, israr û biryardarî her tim serketiye. Ya dikeve ser milê we û hemû gelên Tirkiyeyê di vê cejnê de emelê herî bi qedir ku hûn bikin yekbûyîna xwe bihêzkirin e, li hemberî êrîşên cudakerî û qirker ên TC’ê hê zêdetir yekîtiya xwe xurt bikine. Erdogan her tim li ser ya xwe, bi derewan, bi minafiqî û qîrkirinê axiviye. Bi avakirina kirîzên aborî dixwazin we bê kar û hejar bike ku we teslîm bigire. Bi hêzên xwe yên polîs û leşkeran dixwazin we bi tirsînin û we ji têkoşîna we ya bimaf bike. Em ji bîr nekin ku navê din ê Erdogan û TC’ê xirabnîşanan bawerî, çand û ramanê siyasî û derewan, xwe weke qenc danan nîşandan e. Minafiq bi qasî ji kesên di refên têkoşîna bi maf a gelan û dîtina ku dewlemendiya wan bi kêrî çi nayê, ji tiştekî din ewqasî natisin. Bi wê boneyê em vê cejnê bikin wesîleya mezinkirina tirsa wan.
 
‘ALÎKARIYÊN XWE BIDIN KES Û SAZIYÊN DIGIHÎNIN KESÊN MÛHTAC’
 
Vê cejnê jî serdana Şehîdgehan bikin û dûayan bikin. Serdan girtiyankirin, piştgirîkirina malbatan çanda vê cejnê ye. Li dijî dijminê qirker û înkarker bi mezinkirina têkoşînê bibin bersiv. Alîkariyên xwe di serî de bigihînin kes û saziyên di serî de bigihîn Efrînî û mûhtacên li Kurdistanê. Alîkarî û sedeqeyên ku feydeyê didin dewleta Tirk a faşîst di hizûra gel de ti fêdeyê nade. Eger hûn Misilmanên Tirkiyeyî bibin hevkarên zilma zalimên ti wecîbeyên we yên olî nayên pejirandin. Yên ku li ser navê ol û baweriyê hatine xapandin û ji rê derketine, bînin ser rê. Ev erk bi qasî wecîbeyên ayînî bi xêr û bêrin.
 
Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê bê vê hest û ramanê di serî de cejna Misilmanên Kurdistan û hemû gelên Misilman pîroz dikin. Em carekî din gotina em ê têkoşîna xwe ya demokrasî û jiyana azad heta serkefitinê bibin. Bi boneya vê cejnê di kesayeta hevrê Zekî û Atakan de hemû şehîdên xwe yên di rêya mirovahiyê de şehîd bûne carekî din bibîr tînin, di hizûra wan de girêdana xwe ya bi nirxên mirovahiyê re dubare dikin.”