Di dîroka Kurdistanê de gelek welatên herêmê û navnetewî li dijî Kurdan peyman îmze kirine. Niha jî bi heman komployan li dijî Kurdan peymanan çêdikin. Lê ne yekbûna Kurdan jî bûye sedema wê ku Kurd negihijin mafên xwe.

Di 6’ê Mijdarê Wezareta Derve ya Amerîka biryarek li dijî sê şoreşgerên Kurd, Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Duran Kalkan da. Li gorî Kurdan ev biryar berdewama komployên berê yên di dîrokê de li dijî Kurdan pêkhatîne.

Piştî şerê cîhanê yê yekem li Rojhilata Navîn sîstemek nû çêbû, her netewekê jî dixwest cihê xwe di nava vê sîstemê de bigre. Sîstem li ser bingehê netew dewletiyê bû, Kurdan dixwest bibin xwedî dewlet. Lê ji ber ku Kurd ne yekbûn ev daxwaza wan pêknehat.

Peymana Lozan 1923

Di 24’ê Tîrmeha sala 1923’yan de li bajarê Lozan di navbera Berîtanya, Fransa, Japonya, Yuwnan, Romanya, Sirbiya û Tirkiyeyê de hat îmze kirin.Peymana Lozanê ew peyman bû ku sînorên Tirkiyeyê destnîşan dikir û hebûna dewleta Tirk derdixist holê. Heyeta ku Tirkiye temsîl dikir û rêveberiya li Enqereyê ava bû, xwe weke rêveberiya hevpar a Kurd û Tirkan nîşan dida. Lêbelê di Peymana Lozanê de nav û cihê Kurdan nebû. Di hevdîtinên Lozanê de nûnerên Kurdan neamadebûn.Tevî ku di gotin ku ‘Tirkiye cih û warê Kurd û Tirkan e’, tevî ku di gotin ‘dewleta hevpara ya herdu civakan e’, vê yekê ne di fermî de cih girt, ne jî heyetek ji nûnerên Kurdan cihê xwe di hevdîtinên Peymana Lozanê de girtin. Kurd tevlî nebûn, hatin înkar kirin. Li Lozanê Kurd ji nedîtî vehatin.

Beriya peymana Lozanê, Kurdan daxwaza mafê xwe dikirin. Lê Mustefa Kemal Ataturk ji bo Kurdan got ku ewê bi hevre komara Tirkiyeyê damezrênin û Kurdan xapand. Herwiha hinek ji hêzên Kurdan bi xwe re bir û peymanê bi wan da îmze kirin. Lê piştî ku peyman hat îmze kirin ti mafek ji bo Kurdan nehat dayîn û hêjî Kurd tên înkar kirin. Piştî wê li dijî Ataturk gelek serhildanên Kurdan çêbûn û hemu jî ji aliyê rejîma Tirkiyeyê ve bi komkujiyan hatin fetisandin. Ev yek hemû ji bo ku Kurd ne yekbûn bi serê wan de hat. Tirkiyeyê dikarî bi awaye asan komkujiyê bi ser Kurdan de bîne.

Bi vê peymanê re êdî rêya serxwebûna Kurdan hat girtin, her çendî Berîtanya li bajarê Silêmaniyê soza dewletekê ji bo Şêx Mehmûd dabû jî, lê ji ber zextên kemalîstan û Erebên Iraqê ev soz nehat pêkanîn.

Nekarîn li ser Mûsilê lihev bikin

Di peymana Lozanê de, Berîtanya, Fransa û Tirkiye nekarîn li ser bajarê Mûsilê lihev bikin. Ji xwe Kurdistan di sala 1920’an de bi peymana Sevrê hatibû parçe kirin û hemû mafên wan ji dest hatibûn girtin. Di sala 1927’an de jî di peymana Enqerê de ya ji bo Mûsilê ku bşeek zêde yê Başûrê Kurdistanê de hat veqetandin û bi ser Iraqê de dan.

Di 8’ê Tîrmeha sala 1937’an de Wezîrên Karên Derve yên Îran, Tirkiye, Afganistan û Iraqê li koşka Seadabadî ya Tehranê civiyan. Di vê civînê de peymanek bi navê ‘Peymana Seadabad’ îmze kirin. Li gorî vê peymanê wê welatên ku vê peymanê îmze kirîn, sînorên hevdu bi parêzin. Herwiha di xalek din ya peymanê de tê gotin ku di kîjan van çar welatane de tevgerek metirsîdar çêbibe yan jî li ser asayîşa welat hewldanek metirsîdar çêbibe divê rêya wê bê girtin.

Sînorên Îran, Iraq û Îranê jî dikevin xaka Kurdistanê, li van sînorane jî tenê gelê Kurd hene. Em dikarin bêjin ev xal û peyman jî tenê li dijî hemû curên hebûna Kurdan hatibûn nivîsandin.

Di xalek din ya Peymana Seadaban de jî wiha hatiye gotin; ‘Ger li parçeyek yê kurdistanê, ji bo mafê xwe têkoşînek bê kirin, divê her sê welatên din li dijî vê yekê derbikevin.’ Ev peyman heya sala 1979’an ku hikûmeta Pehlewî rûxabû jî, lê tiştek nehat guhertin û wek xwe ma.

Komara Mahabad

Di 22’ê Kanûna 1946’an de Qazî Mihemed damezrandina Komara Mahabad ragihand. Wê demê Rûsya ji aliyê Bakur ve beşek ji Îranê dagirkiribû, Berîtanya jî ji aliyê Başûr ve beşek ji Îranê dagir kiribû. Herwiha Partiya Demokrasiya Azadîxwaz jî dest danî bu ser Azerbeycanê.

Di 26’ê Adara 1947’an de ji ber zextên hêzên rojava û Amerîka, Sovyetê diyarkir ku ewê ji bakurê Îranê xwe vekêşine. Di meha hezîranê de Îran daxwaza girtina azadîxwazan kir. Li vê derê jî carek din Kurd rastî komployê hatin. Di Komara Mahabadê de jî hat dîtin ku sedemê yekem ne yekbûna gelê Kurd û komployên hêzên navnetewî yên li dijî Kurdan bû.

Peyamana Cezayîr

Peyaman Cezayîr di sala 1975’an de di navbera Iraq û Îranê de hat îmze kirin. Di wê peymanê hatibû diyarkirin ku divê Îran dev ji piştgirî kirina Kurdên Başûrê Kurdistanê berde. Ji ber ku di wê demê de di sala 1961’an de curek yê xwe bi rêvebirinê hebû. Li hemberî vê jî Iraqê hinek navçeyên Ereban da Îranê. Piştî vê peymanê jî şoreşa Kurdan ya ku Mele Mistefa Barzanî rêveberiya wî dikir rastî şikestinê hat. Barzanî got ‘Aş betale’ û şoreş hilweşiya.

Li hevkirina 1983

Piştî serîhildana şoreşê li Başûrê Kurdistan û derketina şoreşa PKK’ê ya li Bakurê Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê di sla 1983’an de peymanek nû îmze kirin. Ev peyman jî li dijî şoreşa Kurdan hat îmze kirin.

Peymana Edene

Di 20’ê Cotmeha 1998’an de peymana Edene di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hat îmze kirin. Ev jî bi rast hatine komploya navnetewî ya ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de pêkhatî hat îmze kirin.

Di vê peymanê de hat gotin ku wê Sûriye endamên PKK’ê yên digre radestî dewleta Tirkiyeyê bike.

Di vê çarçoveyê de gelek çalakvanên Kurd ji aliyê Sûriyeyê ve radestî dewleta Tirk hatin kirin. Herwiha Sûriyeyê  gelek rêzefilmên Tirkiyeyê vegeran zimanê Erebî û belav kir. Ev jî bi armanca ku çand û hunera Kurdan bê fetisandin bû. Li hemberî vê jî li hevkirinên aborî di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatin îmze kirin.

Piştî lihevkirinên Îran, Tirkiye û Iraqê, dewletên cîhanê jî dîtin ku wê Kurd bibin xwedî hêz û mafên xwe dixwazin, ji bo vê dest bi komployek navnetewî kirin. Hêjî ev komployên navnetewî li dijî gelê Kurd dewam dikin.

100 sal bi ser dawî bûna Şerê Cîhanê yê Yekem re derbaz bû, ji wê rojê ve sîstema li ser bingehê netew dewletê ji aliyê dewletan ve tê guhertin. Ji bo vê niha derfetek din ji bo gelê Kurd derketiye holê. Kurd wê çawa di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de cihê xwe bigrin.

Wek di dîrokê de jî tê dîtin, çi dema ku Kurd bûne xwedî hêz û ji bo bi destxistina mafên xwe pêngavên girîng avêtine, dewletên herêmê û cîhanê li dijî gelê Kurd dest bi komployek navnetewî yan jî herêmî dikin. Niha dewletên cîhanê û herêmê dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn nû bikin. Kurd niha di Rojhilata Navîn de xwedî hêzin û gelek bi bandorin. Di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê  de ev yek hat dîtin.

Ji bo vê ger Kurd di nava nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de nebin xwedî statuyek wê nekaribe mafên xwe bi dest bixe. Li Başûrê Kurdistanê xwestin referandûmek were kirin, bi razîbûna hêzên navnetewî û lihevkirina di navbera Îran, Tirkiye û Iraqê de, hêzên Iraqê êrîş birin ser navçeyên bi nakok. Di encama van êrîşane de ji Kurdan ji sedî 51’ê xaka xwe wenda kir.

Li Rojavayê Kurdistanê di encama lihevkirina Rusya, Tirkiye û Amerîka de, dewleta Tirk Efrînê dagir kir. Ev jî piştî wê hat kirin ku Kurd bibûn xwedî projeyek demokrat a ji bo Bakurê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê. Sîstema demokratîk a ku bi xwe xwe rêvebirin li dijî berjewendiyên hêzên herêmê û navnetewî bûn. Ji bo vê hemû hêzên herêmê û navnetewî dikarin gelê Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî dagir bikin û ji bo xwe bi karbênin.

Li Rojhilata Navîn PKK û KCK wek du tevgerên Kurd xwedî projeyên ji bo jiyana hevbeş a gelan û çawaniya îdare kirina Rojhilata Navîn in. PKK û KCK xwe weke jiyanek hevbeş û demokrasiya gelan û xwe bi rêvebirina awayek demokratîk dibînin. Ev jî li dijî nexşeya nû ya dewletên herêmê û navnetewî ye. Ji bo vê dixwazin rêveberên PKK û KCK’ê bê bandor bikin û komploya navnetewî dewam bikin.

Armanca biryara Amerîka ya li ser her sê şoreşgerên Kurd, Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Duran Kalkan jî ewe ku dixwazin rê li Tevgera Azadîxwaz ya Kurdan bigrin. Ev jî ji bo ku Kurd di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de nebin xwedî ti mafek.

Divê Kurd çi bikin?

Dagirker naxwazin Kurd hevgirtî bin, ji bo vê li ser bingehê hêz û parçeyan bi Kurdan re dikevin nava peywendiyan. Wek mînak peywendiya Îran bi hinek hêzên Kurdan re gelek xurte bi hinekan re jî gelek lewaze. Dewleta Tirk hinek aliyên Kurd weke dost bi nav dike û hinek aliyan jî weke terorîst dibîne. Bi heman awayî Rûsya û Amerîka jî weke wan tevdigerin.

Ji bo vê welatî û çavdêrên siyasî yên Kurdistanê diyar dikin ku divê Kurd li hemberî van hemû êrîş û komployan yekîtiya xwe ava bikin. Herwiha dibêjin pêwîste Kurd bibin xwedî proje û hêzek hevbeş, divê Kurd derfetên heyî ji dest bernedin. Herwiha banga hemû Kurdan ewe ku Kurd bibin xwedî hêz, ji bo ku ti hêz û dewlet nekarin Kurdan ji nexşeya nû ya Rojhilata Navîn qut bikin. Herwiha ji bo Kurd bikarin destkeftiyên xwe bi parêzin û bibin xwedî statû banga yekîtiyê tê kirin.

ROJNEWS