Desteya Geştû Guzar a Herêma Kurdistanê pilana pênc salên bê ji bo kişandina geştiyaran ji bo Herêma Kurdistanê eşkere kir. Berdevkê Rêveberiya Geşt û Guzarê Nadir Rustî, diyar kir ku ewê dinava van salan de rêjeya hatina geştiyaran di cejna Newrozê de bigihînin 2 milyon kesî.


Berdevkê Desteya Geşt û Guzarê ya Herêma Kurdistanê Nadir Dostî, bi rêya Rojnews’ê amadekarî û bernameyên ji bo pîrozbahiyên Adar û Newrozê, herwiha pilana pênc salan ya ji bo kişandina geştiyaran ji bo Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Nadir Rustî diyar kir ku pilanekî wan ya stratejîk a pênc salan ji bo sektora geşt û guzarê (turîzm) hatiye amadekirin û ewê giringiyek baş bi vê sektorê bidin. Herwiha Rustî diyar kir ku ewê di Newrozê de giringiyek taybet bi vê yekê bidin û armanca wan ewe ku Herêma Kurdistanê bixin navendekî ya geşt û guzarê.

Nadir Rustî, wiha qala pêkanîna vê armancê kir; “Em dixwazin karnavalên ciyewaz lidar bixin.Emê di sala yekem de karnavalê ji bo nasandinê bikin. Em li gel rêxisitinên sivîl kar dikin. Her wiha em bi rêya saziyên ragihandinê jî kar li ser dikin û belav dikin. Armanca me jî ewe ku em di Newrozê de jimara geştiyaran bigihînin 2 milyon kesî.”

Rustî di dewama axaftina xwe de eşkere kir ku niha hemû amadekariyên wan ji bo pêşwazîkirina mêvanan di Newrozê de li Otêl û resturantan temam bûne.

Têkildarî çavdêri kirina nirxê mêvanxanan di Newrozê de Rustî got: “Emê çavdêrî bikin, em nahêlin karên ne yasayî werin kirin. Bi taybetî nirxê kolikan wê di navbera 10 ta 30 hezar dînaran de be. Wê nirxê wan jî li restorant û cihên geştiyarî were hilawistin. Divê hemû nirx eşkere bin, ji bo kes tu zextan li ser geştiyaran nekin.”

Rustî, têkildarî jimara geştiyarên di sala borî de hatîn Herêma Kurdistanê jî ev zanyarî dan; “Di sala borî de 222 hezar geştiyar di Newrozê de hatin Herêma Kurdistanê. Di tevahiya sala 2018’an de jî zêdetirî 3 milyon geştiyar hatin Herêma Kurdistanê. Lê kardikîn ku îsal vê jimara geştiyaran zêdebikin û bigihînin 3 milyon û nîvan.”

Rustî di dawiya axaftina xwe de jî eşkere kir ku wê pêşangehekî navnetewî ji bo kompanyên geştiyarî yên welatên Ereb, Ewropî û navnetewî were vekirin. Wê ev kompanya ne ji bo geştiyaran bernameya geştê amade bikin. Wê ev yek jî di roja dawî ya şahiya Newrozê de were kirin.

(şk)