Lêkolîn ji aliyê rojnameya Dîe Welt ve hate kirin. Şîrketa Cîvey a lêkolîna raya giştî ji bo rojnameyê anketek da destpêkirin û li gorî vê anketê ji 3’an 2 yên beşdarî anketê bûn, naxwazin Erdogan were Elmanyayê. Bi awayek din ji sedî 69 kesên beşdarî anketê bûyîn li dijî serdana Erdogan e.
Di anketê de pirsa ‘Erdogan bila were Elmanyayê?’ hate pirsîn û rêjeya sedî 24 gotin ‘erê’ yan ‘tercîha me erê’ ye dan. Tenê sedî 7 gotin ew bê biryar in.
Dîroka serdana Erdogan ya ji bo Elmanyayê hê nehatiye diyarkirin. Berdevkê Serokkomar Frank-Walter Steînmeîr got vexwendina Erdogan demek dirêj hatiye kirin. Ev serdana Erdogan di nava partiyên siyasî û medyayê de bû sedema gotûbêjan.
Rojnameya rojane ya Elmanyayê Bîld ragihandibû wê Erdogan serdananeke fermî ji bo Elmanyayê bike. Tê plankirin ku serdan di dawiya meha Îlonê de bi beşdarbûna protokoleke mezin ya dewletê were kirin. Hevserokê berê yê Partiya Keskan Cem Ozdemir ku ji çapemeniya Elman re axivî bû ev bang kiribû; “Erdogan ne serokekî normal ê dewletê ye, dîktatorek e û divê li gorî vê were pêşwazîkirin.”