Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku wê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bandoriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê jî bike. Pîre eşkere kir ku ji bo çareseriyê divê Iraq beşdarî civînên taybet ên çareseriyê bibe.
Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantonên Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ji ajansa Rojnews’ê re axivî.
Pîre diyar kir ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin û got ku ji ber ku êrişên leşkerî çareserî nîne û wê êrîş bibin sedemê reaksiyonan.
Seedî Ehmed Pîre bal kişand li ser bandoriya êrişan û got, ji ber cîrantiya Iraqê û Sûriyeyê, wê her êrişekî wî welatî bandoriyê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê jî bike.
Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre da zanîn ku divê Iraq beşdarî civînên taybet ên ji bo guftûgokirina çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê bibe û got; “Iraq û Îranê 700 kîlometre sînorên li gel yek hene. Herwiha zêdetirî milyonek koçberên Sûriyeyê li Iraqê ne. Ji ber çi erka me ya malûvaniya koçberan hebe, lê li ser rewşa Sûriyeyê ti mafê me nebe?”
Çavkanî RojNews