Endamê Komîteya Girtîgehan a PKK’ê Pîro Dêrsim beşdarî bernameya taybet a radyoya me, Radyoya Dengê Gel bû got; Tifaqa faşîzma AKP-MHP’ê ya bi Hîzbûlkontra re, wê gelek pirsgirêkan bix we r ebîne. Eger em êşkenceya li girtîgeha Panosê ya li dijî girtiyên jin binêrin em ê bibînin ku armanca faşîzma AKP-MHP’ê û Hizbulkontra bi guman e. Di demên pêş de wê gelek Hizbulkontra di zindanan de bicihbikin û li dijî girtiyên siyasî bikarbînin.
Eger pêşengî, rêxistinbûn û têkoşînek li ser bingeheke rast were pêşxistin, wê ev pêvajoya zext û hovîtiya li zindanan bi dawî bibe.”
Pîro Dersîm, bal kişande ser te4crîda lis er Rêbar Apo û got; 25 sal in Rêber Apo di hucreya yek kesî de tê girtin. Armanc, dûrxistina Rêber Apo ji pêvajoyê ye. Hêzên navneteweyî pergala êşkenceya li Îmraliyê erê kirine, Ew ji fikrê Rêbertî ditirsin û hewl didin ku fikrê Rêber Apo asteng bikin. Ev jî aliyejkî tecrîdê ye. CPTe jî bûye paraçeyk ji vê siyasetê.
Dêrsim, diyar kir ku, djmin dixwaze em tecrîdê asayî bibînin û bi tecrîdê re bê Rêbertî bijîn. Divê em milîtanên Rêber Apo, gel, rewşebîr, nivîskar û siyastemedar vê siyasteê qebûl nekin. Divê em û her kes, di çaçroveya pengava ” Dem Dema Azadiyê ye” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bike.
Pîro Dêrsim got; Dewleta Tirk bi siyaseta tecrîd, qeyum, qirkirina siyasî û fizîkî, ti ferqa zindan û derve nehiştiye. Gel di bin zexteke mezin de ye. Tiştekî bi navê azadî, hiquq û mafan nîne. Faşîzma ku destwerdana her aliyê jiyanê dike heye. Mudaxeleyî jiyana mirovên girtî dike, nexweşan bi mirinê rû bi rû dihêle. Bi surgunkirina girtiyan malbatan cêza dike, xizan û neçar dike,
Divê her kes, dei çaçroveya şerê şoreşgerî de, li i dijî tecrîda li ser Rêber Apo û her cûre siyasetên qirkirinê têkoşînê bike4 û bêje; Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadîiya min e. Azadiyaq Rêber Apo, kilîda çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Di heman demê
de divê her kes, li dijî hovîtiya li zindanan têkoşînê bike.
Pîro Dêrism herî dawî got, Divê tirs û fikar ji holê rabin. Hevrê Mehmet Tûnç li Cizîrê pîvanên welatparêziyê wek peymanek gerunî pêşkêş kir. Hevrê Şakir Tûran ku di zindanan de şehîdê dawî bû, asta welatparêziyê bilind kir. Divê her welatparêz, her kes, her sempatîzan, her kurdekî birûmet, xwedî wijdan ku li dijî faşîzmê ye, dostên gelê kurd, hemû pêkhateyên demokratîk, bêyî tirs û fikaran, di asteke aktîf de beşdarî vê pêvajoyê bibe.