Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû desthilatdar kir ku divê kes teslîmî hîlekariya desthilatdariyê nebe û got, “Divê her der bibe qada 1’ê Gulanê.”

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîrooglû ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku karker û kedkarên li Tirkiyeyê di nava zilm û zordariyeke mezin de 1’ê Gulanê pêşwazî dikin.

Pîroglû bal kişand ser astengî û qedexeyan û destnîşan kir ku hîlekarî jî li vê yekê hatiye zêdekirin.

Pîroglû destnîşan kir, kesên ku li ser mirovan ferz dikin ku di bîranînên 1’ê Gulanê de zêdeyî metreyekî nêzî hev nebin, li febrîqe, şantiye, atolye û kargehan ji xebitandina karkeran ên bi hev re dengê xwe nakin.

‘EM Ê TESLÎMÎ VÊ HÎLEKARIYÊ NEBIN’

Parlamenter Pîroglû got, “Di 1’ê Gulanê de derketina derve qedexe kirin. Li pey firsendê geriyan. Hem li her qadên kar hilberînê didin dewam kirin, hem jî bi bahaneya şewbê nahêlin ku 1’ê Gulanê bi rengekî sembolîk bê pîrozkirin. Divê em teslîmî vê tirs û fikarê nebin, ku desthilatdarî bi hîlekariyê dixwaze biafirîne. Li her devera em lê ne pêwîste em her amûr û rêbazê bi kar bînin û 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi rengekî ku lê tê pîroz bikin.”