Li Ewropayê pîrozbahiyên salvegera 42’an a PKK’ê dewam dike. 27’ê Mijdarê bi civîn, meş, fîşekên hewayî, xwepêşandan û govendê hate pêşwazîkirin.

LAVRÎO

Li bajarokê Lavrîo yê girêdayî paytexta Yewnanistan Atînayê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TJK-E li baxçeyê kampa koçberên Kurd bi çalakiyekê 42’emîn salvegera PKK’ê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de li ser navê TCŞ’ê Welat Mêrdîn axivî. Mêrdîn anî ziman ku bi milyonan kes xwedî li vê têkoşînê derdikeve û diyar kir ku ciwan wê heta dawî bibiryar vê têkoşînê heta serketinê bidomîne.

STRASBORÛG

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TEKO-JIN li Strasboûrg a Fransayê jî 27’ê Mijdarê bi pîrozbahiyekê hate pîrozkirin. Piştî axaftinên hatin kirin li ber agir govend hate gerandin.

MONTPELLÎER

Bi meşeke meşaleyî li bajarê Montpellîer a Fransayê jî salvegera 42’an a PKK’ê hate pîrozkirin. Meş ji Parka Peyroû Pîtotê destpê kir û heta Qada Caomedîe dom kir. Hevserokê NCDK Cevat Guneş axivî û diyar kir ku PKK partiya Şehîdan e.

VÎLLÎERS LE BEL

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi meşeke meşaleyî li bonliya Vîllîers Le Bel a Parîsê bi meşeke meşaleyî 27’ê Mijdarê pîroz kirin. Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Bi PKK’ê re ber bi serketinê bimeşin’ hate hildan. Çalakî bi qasî saetekê dom kir.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê jî 42’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin ev gotin: “Rêber Apo Rêberê Gelê Kurd e. PKK romaneke û siberoja gelan di nava vê tevgerê de ye. Ev heqîqet heqîqeta gelan e. Bi vî aliyê xwe bûye kûrevî.

Li aliyê din ciwanan li Kolnê 42’emîn salvegera PKK’ê silav kirin û di çarçoveya pêngava ‘Dem hatiye, ji Ocalan re azadî’ nivîs li ser dîwaran nivîsî.

STÛTGART

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Stûttgart a Elmanyayê li Qada Lûdwîsbûrg Rezîdenzschlossê çalakiyek hate kirin û 27’ê Mijdarê pîroz kirin. Bi pêxistina meşaleyan û teqandina fîşekên hewayî çalakî bi dawî bû.

CENEVRE

Kurdistaniyên li Cenevre ya Swîsreyê jî salvegera 42’an a PKK’ê pîroz kirin. Di çalakiya li Palce des Natîonê hate kirin hevberdevkên CDK’ê ya Cenevreyê axivîn. Çalakî piştî axaftinan bi gerandina govendê bi dawî bû.

ZURÎH

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Zurîh a Swîsreyê jî salvegera 42’an a PKK’ê bi teqandina fîşekên hewayî pîroz kirin.

STOCHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê jî Kurdistaniyên li Qada Sergels Torgetê hatin ba hev alên PKK’ê û bi meşaleyan salvegera PKK’ê pîroz kirin.

LONDON

Ji aliyê Însiyatîfa Jinên Kurd ên Brîtanyayê ve li bakurê Londonê di çarçoveya pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê de bi konvoyek a wesayîtan tûr avêtin. Di konvoya wesayîtan de alên PKK, KCK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn hildan.

Li aliyê din ji aliyê Komîsyona Rêxistinkirina Meclîsên Gel jî di saetên şevê de li girê herî bilind ê Alexandra Palace 27’ê Mijdarê bi coş hate pîrozkirin. Li vir fîşekên hewayî hatin teqandin. Berdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê Mehmet Dersim axivî.

Li navenda Îsiyatîfa Ciwanên Kurd jî 27’ê Mijdarê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

VIYANA

Lı paytexta Ewûstûrya Viyanayê jî ciwanên aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN salvegera 42’an a PKK’ê bi daliqandina pankartekê pîroz kirin. Ciwanan di çalakiyê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistan’ qîr kirin.https://cdn.iframe.ly/c6cFMeb?v=1&app=1