Li Ewropayê, pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê yên ji bo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.
Li Ewropayê, pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê yên ji bo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.
ZURICH/LOZAN: Li bajarê Zurich ê Swîsreyê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Di çalakiyê de işaret bi tecrîdkirina Ocalan hate kirin û hate gotin, divê têkoşîna li dijî tecrîdê were mezinkirin. 4’ê Nîsanê li bajarên Lozan, St. Gallen, Solothurn û Winterthur ên Swîsreyê jî bi çalakiyan hate pîrozkirin.
TORONTO: Rojbûna Ocalan li bajarê Toronto yê Kanadayê hate pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Komîsyona Jinan Selma Dûrmûş axivî û xwest, hîn bi xurtî xwedî li berxwedêrên greva birçîbûnê bê derketin. Yûsûf Îba ku 86 roj in li Torontoyê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, peyamek ji çalakiyê re şand. Di dawiyê de jî sînevîzyonek hate nîşandan.
KOLN: Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin. Hevseroka KOMAW’ê Şengê Kahraman bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û destnîşan kir ku divê tecrîd bi dawî bibe. Piştre hunermend Xelîl Xemgîn, Ozan Şemdîn, Ozan Seyîdxan, Ozan Peyman, Koroya Zarokan Koma Têkoşîn, helbestvan Faqîr Ehmed derketin ser dikê.
CHEMNITZ: Li bajarê Chemnitz ê Elmanyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hate kirin.
RENNES: 4’ê Nîsanê li bajarê Rennes ê Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sara Sêvê ve hate pîrozkirin.














