Senator Pierre Laurent, têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê pirsek ji Wezareta Karên Derve ya Fransayê pirsî. Lê rayedarên Fransî bêyî ku navê Kurdan bilêv bikin bersiva vê pirsê dan.

Senatorê Koma Welatiyan a Komarger û Komunîst a Fransayê Pierre Laurent hefteya derbasbûyî roja Çarşemê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê xist rojeva Senatoya Fransayê. Pierre Laurent pirsî ku Fransayê beriya Civîna Bilind a NATO’yê, di mijara êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê tawîz daye yan na.

Tevî ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian muxatabê bersiva vê pirsa Pierre Laurent bû, Sekreterê dewletê yê ji Karên Derve Berpirsyar Clement Beaune bersiv da. Di bersiva navborî de jî navê Başûrê Kurdistanê jî nehate bilêvkirin.

Senatoya Fransayê hefteya debasbûyî beriya Civîna Bilind a Lîderên Ewropayê, ku wê rêveçûna bi Tirkiyeyê re binirxînin, civînek li dar xist. Di civîna navborî de Senatorê Koma Welatiyan a Komarger û Komunîst a Fransayê Pierre Laurent mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û pirsî ku beriya civîna NATO’yê Fransayê tawîz daye Tirkiyeyê yan na.

Laurent got, “Yek ji mijarên ku di rojeva Konseya Ewropayê de dixwazim binirxînim, têkiliyên bi Tirkiyeyê re ye” û bal kişand ser serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ya li Fransayê. Laurent got, “Zexta dij bi demokrasiyê ya rejîma Erdogan li Tirkiyeyê ji her demê bêhtir giran e, bi hezaran kes ji ber fikrê xwe girtî ne, armancên rejîmê yên belavkariya Îslamî ji her demê bêhtir di rojevê de ye. Di demeke wiha de gelo ev sernavê li Figaro hate weşandin tê çi wateyê. Têkildarî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bi Wezîrê Karên Deve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ev sernav hatibû bikaranîn, ‘Beriya Civîna Bilind a NATO’yê ya 14’ê Hezîranê Enqere qerta xwe ya tawîzê bi kar tîne’. Ji Nîsanê destma destpêkirina bombardûmana giran a li herêmê û vir ve her tiştên diqewimin nîşan dide ku Tirkiye ji bo operasyoneke bejahî ya nû ya li dijî Bakurê Sûriyeyê û xaka Kurdan a li Iraqê ji NATO’yê li benda lampeya kesk e.” Laurent bêdengiya Fransayê û hevalbendên wê yên NATO’yê li pêşberî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê rexne kiribû.

BI ÇAVÛŞOGLÛ RE HÛN LI SER ÇI AXIVÎN?

Laurent got, “Çima Fransa û hevalbendên wê yên NATO’yê ewqasî bêdeng e? Wezîrê me yê Karên Derve li Parîsê di hevdîtinê de çi bi wezîrê Tirk re axivî?” Wezîrê Karên Derve wê li dijî dîplomatên Tirkiyeyî yên Erdogan û êrişên li dijî hevalbendên Kurd, di civîna Konseya Ewropayê de helwesteke çawa nîşan bide?”

LAURENT DIÇE HEWLÊRÊ

Laurent diyar kir ku heyetek ji Partiya Komunîst ji bo piştevaniyê wê biçe Başûrê Kurdistanê û got, “Ji bo dawî li vê bêdengiyê bîne û pîvanên xwe yên piştevaniyê ji nû ve destnîşan bikin, tevî dostên xwe yên Kurd di 14’ê Hezîranê de ez ê li Hewlêrê bim.”

PIRS LI SER KURDAN E, DI BERSIVÊ DE KURD NÎNE’

Bersiva ji bo vê pirsa Pierre Laurent îro ji Sekreterê dewletê yê ji Karên Derve Berpirsyar Clement Beaune hat. Beaune bi navê wezaretê daxuyanî da, lê têkildarî Başûrê Kurdistanê û dagirkeriyê gotineke bi tenê jî nekir. Clement Beaune ku bi rexneyên xwe yên tund ên li hemberî Tirkiyeyê tê naskirin ev bersiv da, ” Di civîna bilind a Ewropayê de li ser daxwaza Fransayê, em ê pirsgirêka Tirkiyeyê ji nû ve binirxînin. Meha Kanûnê piştî daxwazên me yên ji Konseya Ewropayê tedbîrên pêkanînan hate amadekirin, tedbîrên şênber hatin ser ziman, li ser li hev hate kirin.” Clement got, piştî hin nîşaneyên erênî yên vekişîna keştiyan ji Rojhilatê Derya Spî, bi Tirkiyeyê re ji nû ve diyalogê dest pê kir, lê belê niha gavek têrker nîne ku Tirkiye dixwaze rageşiya li Derya Spî bê kêmkirin.

GELO WÊ KURDAN BIKIN QURBANÊ ROJHILATÊ DERYA SPÎ?

Beaune got, “Em ê vê mijarê li Konseya Ewropayê binirxînin. Hûn jî zanin ne hêsan e, lê belê sala 2002’î Fransa bi sekna xwe ya cidî li ser xetên xwe tevgeriya. Em her tim amade ne ku bi Tirkiyeyê re diyalogeke çêker bimeşînin, lê dubare dikim, eger dixwazin diyalogê dewam bikin, li Rojhilatê Derya Spî, di hin krîzên li Lîbya, Rojhilatê Derya Spî û Asyayê divê nîşan bide ku dixwaze rageşiyan kêm bike.” Piştî vê bersivê pirs ew e, “Gelo di berdêla lihevkirina li Rojhilatê Derya Spî û Lîbyayê, wê Kurdan bikin qurban?” li benda bersivê dimîne.