Ji Partiya Koalîsyona Sor Kes a Danîmarkayê “Enhedslisten” parlamenter Søren Søndergaard têkildarî rewşa Leyla Guven û Selahattîn Demîrtaş pêşnûme pirsek da Wezîrê Karên Derve Jeppe Kofod.

Sondergaard li ser malpera xwe ya Facebookê bi navê partiya xwe daxuyaniyek da û bal kişand ser rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn û hate girtin.

Sondergaard têkildarî Leyla Guven û Selahattîn Demîrtaş ên dîlgirtî pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê kir û got, “Girtina Leyla Guven çiqasî pûç be, hiştina Selahattîn Demîrtaş a li girtîgehê jî ewqasî pûç e.”

Sondergaard di pêşnûmeya xwe de xwest ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Demîrtaş bê bicihanîn.

Sondergaard ev pirs li Wezîrê Karên Derve Jeppe Kooed kir:

“1- Ji bo bicihanîna fermana eşkere ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku di 22’ê Kanûna 2020’î de xwest lîderê muxalefetê yê girtî Selahattîn Demîrtaş bê berdan, ji bo zext li rejîma Tirk bê kirin ku biryarê bi cih bîne, gelo wê Birêz Wezîr hem li Tirkiyeyê hem jî li asta Yekîtiya Ewropayê dozê bixe rojevê?

2- Têkildarî cezayê 22 salan ê ku rejîma Tirk li Leyla Guven biriye, gelo wê Birêz Wezîr agahiyan ji çavkaniyên pêwendîdar werbigire û ji bo biryar biçe ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û heta ev doz bi dawî bibe wê daxwaza berdana Leyla Guven bike yan na, ku li Danîmarkayê malbata Leyla Guven heye?”