Nivîskarê Kurd Zîrek Kemal diyar kir ku li herçar parçeyên Kurdistanê yek pirsgirêka gelê Kurd heye û dijmin yeke, lewma divê Kurd jî bi hev re li dijî dijmin rawestin.
Banga welatiyan, nivîskar û rewşenbîran a ji bo yekîtiya Kurdan didome. Divê çarçoveyê de nivîskar Zîrek Kemanl ji ajansa me re axivî.
Zîrek Kemal diyar kir ku pirsgirêka gelê Kurd tenê ax, ziman û neteweye û a got: “Welatê Kurdan li ser 4 parçeyan hatiye parvekirin, li ser Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê hatiye parvekirin. Ev herçar welat li dijî gelê Kurd yekdengin.”
Kemal bal kişan li ser nakokiyê di navbera welatên Kurdistan dagirkirine û wiha domand:”Her çiqas di nava welatên dijmin de, di gelek mijaran de nokokî hene jî, lê dema ku mijara Kurd dikeve meydanê, ji bo êrîşkirin û kêmkirina hêza Kurd dibin xwedî yek helwestê. Timî planên wan ên li dijî gelê Kurd hene.”
Kemal da zanîn ku divê hemû aliyê siyasî yê herçar parçeyê Kurdistan van rastiyan bibînin û wiha got: “Li herçar parçeyên Kurdistana pirsgirêk û doza wan yeke. Dijmin jî yek dijmine. Lewma divê hev bigirin û li hember rawestin. Çawa wan li dijî Kurdan hev girtine, divê Kurd jî hev bigirin.”