Jiyana şoreşgerî ya 40 salî ya Sosyalîst Şîlan, ku ji ber nexweşiyê di 26’ê Nîsana 2018’an de li bajarê Lunen ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, bi navê ‘Şîlan a me’ veguherî pirtûkê.

Pirtûka ji 128 rûpelî bi piştgiriya tîma rojnameya Newaya Jin hate amadekirin. Di pirtûkê de hevrêyên Sosyalîst Şîlan (Muzeyyen Palabiyik) qala wê dike. Her wiha helbestên wê jî tê de hatine weşandin.

Di serî de kekê wê Mehmet Yaşar Palabiyik û dayikên şehîdan nivîsa 30 kesî di pirtûkê de heye. Şoreşgera bênavber a 40 salî ya ji Tirkiyeyê heta Ewropayê, li sendîka, girtîgehan, li çalakiyan û rêxistinbûnên cuda yên li Ewropayê tê vegotin. Her wiha bîranînên pê re jî hatine nivîsandin.

Pêşgotina pirtûkê ji aliyê Gonul Kaya ve hatiye nivîsandin. Gonul Kaya wiha nivîsî ye, “Li metropolên Tirkiyeyê li dijî xwedayên tarî yên ku dixwestin wê ji xaka wê, çand, dîrok û rastiya wê qut bikin, serî hilda. Bi xurtî xwe li dîrok, nasname, çanda xwe girt û hewl da bibe tovek li xaka xwe. Nexwest bibe şahida dema şoreşê, ew bû yek ji wan mirovan ku dem hûnand.”