6’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê ku ji aliye TUYAP’ê ve tê lidarxistin di roja duyemîn de bi nîşandana eleqeya xwîneran didome. Standa weşanxaneya Aramê ya ku 89 pirtûkên wê hatine qedexekirin li benda xwînerên xwe ye

TUYAP’ê cara 6’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê li dar xist. Fûar di roja sêyemîn de didome. 120 weşanxane tev li fûarê bûne û 250 nivîskar bûn mêvanê fûarê.

Dê gelek çalakiyên wêjeyî û helbestan bên lidarxistin. Xwîner eleqeyek di asta jor de nîşanî fûarê didin. Bi dehan weşanxaneyên kurd standên xwe vekirin. Yek ji van weşanxaneyan jî Weşanxaneya Aramê ye. 89 pirtûkên ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatin çapkirin, ji aliyê dadgehê ve hatine qedexekirin û weşanxaneyê nikaribû ev pirtûk bîne ser dezgehên xwe. Li gel van pêkûtiyên li ser Aramê jî li fûarê li benda xwînerên xwe ye.

Ji edîtorên Weşanxaneya Aramê Ulaş Guldîken diyar kir ku bihabûna dovîzê dibe sedema bihabûna kaxizan û ev yek jî bandorek neyînî li ser kovar û pirtûkan dike. Guldîken diyar kir ku di serî de weşanxaneya Aramê hemû weşanxaneyên kurd di pêvajoyek zehmet û de derbas dibin. Guldîken got dê ev pêvajoya zor û dijwar bi piştevaniya xwîneran bê derbaskirin. Guldîken fûarên berê yên ku li Amedê hatin lidarxistin bi bîr xist û got: “Bajar heman bajar e û heman weşanxane û nivîskar li vir in, lê bes vê carê anonsên bi kurdî nayên kirin. Li gel hemû astengiyan jî em li benda xwîneran in.”

Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk jî bal kişand ser girîngiya lidarxistina fûarê û got: “Piştî lidarxistina çar salan fûarê em bextewar kirin. Mixabin TUYAP’ê di bernameya xwe de cih nedabû kurdî. Me got em ê wek PEN’a Kurd protesto bikin. Rojek beriya vekirina fûarê hêj cih dan bernameya kurdî. Li gel ewqas zextên li ser kurdî jî pirtûkên kurdî roj bi roj zêde dibin. Nivîskarên bi kurdî dinivîsinin her roj zêde dibin û ev yek jî dibe sedema hêviya siberojê. Jiyan bi wêje, çand û hunerê xweşik dibe. Em dixwazin xwîner eleqeyek baş nîşanî pirtûkên kurdî bidin.” Nivîskar Şeyhmus Dîken jî da zanîn ku lazim e şêniyên Amedê bênavber fûarê ziyaret bikin û divê kes xwe ji xwendin û kirîna pirtûkan dûr neke. Dîken bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî û got: “Zarokên kurd bi dezavantajan dest bi sala perwerdehiyê kir. Zarokên ku jiyana wan hemû bi kurdî ye dema diçin dibistanê bi zimanek din re rû bir û dimînin. Divê astengî û sînordarkirina zimanan rabe. Lazim e hemû ziman azad bin.”