Li Başûrê Sûdanê di navbera Rîek Machar û Salva Kîîr de ku weke “dijminên sondxwarî” tên zanîn, sala 2013-2018’an de şerekê navxweyî çêbû ku bû sedema mirina nêzî 400.000 kesan û bû sedem ku bi milyonan kes jî ji cihê xwe bibin.
Sala 2018’an di navbera her du aliyan de peymana aştiyê hat îmzekirin. Di peymanê de Salva Kir weke Serokkomar û Rîek Machar jî weke Alîkarê Serokkomar hatin diyarkirin.
Ji Neteweyên Yekbûyî komek serbixwe ya lêpirsîner, têkildarî kuştin, destdirêjî û êrîşên zayendî yên ku dewlet jê berpirs e raporek amade kir. Koma pispor têkildarî van sûcên ku hatine kirin, Waliyê Eyaleta Ûnîty Joseph Monytûîl û Korgeneralê Quwetên Parastina Gel a Başûrê Sûdanê Thoî Chany Reat teşhîs kir.
Ji Serokê Komsiyonê Yasmîn Sooka, di daxuyaniya çepmeniyê de got ku di van çend salên dawî de li Başûrê Sûdanê sûcên li dijî sivîlan, bê ceza mane.
Di raporê de, komîserê navçeya Koch a li bakurê welêt Gordon Koang jî tê sûcdarkirin ku li navçeyek cîran di navbera meha Sibat û Nîsanê ya 2022’an de êrîşê sivîlan kiriye.
Li gorî pisporên NY’ê artêş û rayedarên hikûmetê yên ku van sûcan kirine, hîna li ser peywîra xwe ne.
Yekîtiya Efrîqa her çendî ku soza daye ku wê berpirsên sûcên şer ên cidî bên darizandin, ev soz tu carî nehat bicihanîn.