HDP di 20’ê cotmehê de ji bo xebatên hilbijartinên sala 2019’an ên rêveberiyên herêmê li Amedê dê komxebatekê li dar bixe. Tê payîn ku dê di vê komxebatê de çarçoveya xebatên hilbijartinê bên nîqaşkirin û piştî nîqaşan dê dest bi xebatên hilbijartinan bê kirin
HDP dê di 20’ê cotmehê de bi “Komxebata Rêveberiyên Herêmî” starta xebatên hilbijartina rêveberiya herêmî bide. HDP, dê bi sernavê “Li Tirkiyeyê Cerebeyên Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk” komxebatê pêk bîne. Hevserok û parlamenterên HDP’ê, hevserokê KCD’ê, hevberdevkên DTK’ê, endamên TJA’yê dê beşdarî komxebatê bibin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên rêveberiyên herêmî de, di 20’ê cotmehê de dê bi dirûşma ‘Komxebata Rêveberiyên Herêmî’ bicive û xebatên hilbijartinê bide destpêkirin. Komxebat dê bi rojeva ‘Li Tirkiyeyê Cerebeyên Rêveberiyên Demokratîk ên Herêmî’ dê bê lidarxistin.
Komxebat dê bi tevlêbûna hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, hevberdevkên HDK, hevserokê KCD Berdan Ozturk, endamên TJA, parlamenterên HDP’ê û pêkhateyên HDP’ê bê lidarxistin.
Li komxebata ku ji 6 rûniştinan pêk bê, nîqaşên bi sernavên ‘Pergala Jinan a Rêveberiyên Herêmî, Pêşnumaya Mînak û polîtîkayên Rêveberiyên Demokratîk ên Herêmî’ bên meşandin.
Gefên Erdogan ên li ser HDP’ê
Yek ji mijara girîng a ku dê di komxebatê de bê nîqaşkirin jî gefên Erdogan ên weke ‘Ger HDP şaredariyan bidest bixe, em ê qeyûm tayînî wan bikin’ e. Di bin vî sernavî de jî dê polîtîkayên qeyûman, girtina saziyên jin û çandê û guherandina navên cihên ku navên kesên navdar lê hatibûn kirin bên nîqaşkirin.
Cerebeyên şaredariyan dewr dikin
Ji aliyê din ve yek ji mijaran ên ku tê payîn dê di komxebatê de bê nîqaşkirin jî, dewrkirina cerebeya şaredariyan a 20 salan a ji bo HDP’ê ye. Her wiha helwest jî dê li gorî encama nîqaşên di navbera pêkhateyên HDP’ê û tifaqên wê de bê destnîşankirin. Herî dawî jî dê li ser belgeya helwestê nîqaş bên meşandin û pêşniyar bên kirin.
Her wiha bi vê yekê HDP dê hilbijartina 2019’an jî bi vê komxebatê bide destpêkirin. Li gorî çavkaniyên ji HDP’ê dê li bajarên mezin xebat li ser namzetên ku bikarin ji CHP û AKP’ê deng bistînin nîqaş tên kirin.