Salek di ser bûyerên gelekerî ku li Filistînê tê jiyîn de “Meşa Mezin a Vegerê û Şikandina Dorpêçê” ya welatiyên Xezayê re derbas dibe. Civaka Filistînê hêviyên xwe yên xilasbûna ji qeyranê di van çalakiyan de dibînin.
Li Xezaya Filistînê “Meşa Mezin a Vegerê û Şikandina Dorpêçê ” rastî elaqeyeke navdewletî hate pêşwazîkirin. Li gorî çavdêran ev çalakî doza Filistînê ji nû ve derbasî qada navdewletî kir. Piştî demekê ku ev qad di encamên kombûna gelek aloziyên navdewletî yên bi salan de fetisî bû.
Di vê raporê de em ê bal bikşînin ser meşên Xezayê yên ji 30‘ê Adara 2018‘an de dest pê kirin, sedem û bandora wê li ser civaka Filistînê.
Hizra meşên aştiyane yên li ser sînorê Xezayê ji aliyê komeke çalakger û kesayetên rewşenbîr ên serbixwe ve destpê kirin. Armanca yekemîn a van meşan ew e ku gelê Filistînê ji rewşa ne mirovî û nebaşbûna aborî xilas bikin. Ya duyemîn jî ew e ku doza Filistînê ya ku hatibû paşguhkirin careke din derbasî qada navdewletî were kirin û çareseriyên guncaw jê re werin dabînkirin. Ev hizr ji aliyê hemû pêkhateyên civaka Filistînê ve hate qebûlkirin û bû nuqteya destpêkê ya çalakiyan.
Di vê çarçoveyê de, bi druşma “Veger û Şikandina Dorpêçê” li ser sînor meşan destpê kirin. Meş bi du mebestan têne lidarxistin yek; banga vegera koçberên Filistînê yên ku ji sala 1948‘an ji warê xwe hatine derxistin û ya duyemîn jî “Şikandina dorpêçê” ku li gorî Filistîniyan navê “Qêrîna dawî” lê kirine. Ev dorpêç Îsraîl ji sala 2005‘an ve li ser Xezayê ferz kiriye. Dorpêç bû sedema xirabkirin û wêrankirina Xezayê.
Fikra çalakiyên li ser sînor ji aliyê filistîniyan ve bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin. Ev yek bi beşdarbûnek girseyî pêk hat.
Çalakgeran di 30‘ê Adarê de anku wekî roja “Xakê” (li gor filistiniyan), dest bi çalakiyan kirin.
Desteya Bilind a ku meşan bi rêve dibe, 5 cihên sereke ji bo kombûnê diyar kirine. Wekî wargehên li ser sînorê di navbera Xeza û Îsraîlê de.
Hêviyên filistîniyan ji bo vê rojê
Li gelemperiya Filistînê, bi taybet li Xezayê,welatiyên Filistînê dibînin ku rewşa herêmê roj bi roj aloztir dibe û hêviyên xwe dispêrin civaka navdewletî ku rêya çareyekê ji aloziyê re bibîne.
Welatiyên Filistînê ambargoya ku Îsraîlê ji 13 salan ve ferz kiriye wek sedemê aloziyê dibînin. Ji ber ku her aliyên jiyanî, aborî, tenduristî û hwd rewş dijwar dibe, di heman demê de hikûmeta Îsarîlê jî şer û polîtîkeyên li ser Xezayê giran dike. Li gorî filistiniyan Xwza veguheriye girtîgehekî.
Welatiyên Filistînê ji destpêkê ve bi fikra meşên vegerê ve hatin girêdan û wekî xeleka tekane ya xilaskirinê dibînin. Welatiyan hemû daxwazên xwe di van meşan de zelal kirin, wekî “Rakirina ambargoya fetisandî ya li ser Xezayê û vegera koçberên ku ji sala 1948‘an ve hatin derxistin”.
Binkeftina duyemîn.. Îsraîl çawa nêzî meşên Xezayê dibe
“Meşên Mezin ên Vegerê” bala tevahî cîhanê kişand, nemaze ku artêşa Îsraîlê bi tundî û şidetê nêzî çalakgeran dibe. Li gorî daneyên heta niha hatine eşkerekirin, ji destpêka meşan ve derdora 300 filistînî bi fişekên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û zêdeyî 30 hezar jî birîndar bûn.
Ev kiryarên artêşa Îsraîlê yên li ser çalakgeran rastî nerazîbûnên rêxistinên hiqûqî û mirovî hat. Hiqûqnasan destnîşan kirin ku leşkerên Îsraîlê guleyan li çalakgerên ku jiyana leşkeran naxe xeterê de direşînin. Li beramberî wê Îsraîl jî bersiv dide ku ew sînorê xwe diparêze û Tevgera Hemasê bi van çalakiyan sûcdar dike da ku Îsraîlê tehrîk bike.
Filistîniyan, par, 14‘ê Gulanê roja ku filistînî ji warê xwe hatin derxistin, wekî roja “Nekba” diyar kirin. Di wê rojê de asta meşên xwe bilind kirin. Dîsa jî di wê rojê de Balyozxaneya Amerîkayê ji Til Ebîbê veguhstin Qudisê, ku serokê DYA‘ê wekî paytexa Îsraîlê bi nav kiribû.
Di meşên 14‘ê Gulanê de an ku “Milyoniyet El-Nekba” artêşa Îsraîlê bi tundî mudaxeleyî meşan kir. Di encamê de zêdeyî 62 filistînî hatin kuştin û bi sedan jî birîdar bûn. Filistîniyan ev roj wekî “Nekbaya duyemîn” bi nav kirin.
Qonaxa duyemîn: Asta çalakiyan hate mezinkirin
Piştî ku hêzên Îsraîlê daxwazên welatiyên Filistînê red kirin, filistîniyan dest bi pêvajoya nû ya çalakiyan kirin. Çalakiyên xwe xurt kirin. Bi hêviya ku fişarê li Îsraîlê bike da ku tazîmetên mirovî ji bo Xezayê bide.
Di vê çarçoveyê de, filistîniyan çalakiyên cûda û alavên nû wekî nepoxên şewatê xistin dewrê, her wiha têlên di navbera Xeza û Îsraîlê de qut kirin. Di heman demê de çalakiyên şevê aktîv kirin û meşên deryayî li nêzî sînorê deryayê yê Xezayê lidar xistin. Her wiha balafirên kaxezan û kevir diavêjin û plastik dişewitînin.
Çalakiyên welatiyên Filistînê bi destekdayîn û piştevahiyeke navdewletî hate pêşwazîkirin. Li beramberî wê Îsraîlê hemleyên xwe yên propogendayan da destpêkirin û ev meş wekî tehrîkkirina Îsraîlê û bi xwepêşandanên tundî bi nav kirin.
Psporên Îsraîlê çawa meşên Xezayê dibînin?
Pisporê leşkerî yê rojnameya Mearîf a Îsraîlê Tal Lif Ram di rapoereke xwe de dibêje ku ev xwepêşandan gelek armancên filistîniyan pêk anîn. Jê doza Xezayê ji nû xist mijara nîqaşên herêmî û navdewletî ku careke din bi diyarkirina çarenûsa Xezayê ve mijul bibe. Nemaze piştî ku serokê Filistînê Mehmûd Ebas bi alavên xwe yên siyasî nedikarî pêk bîne.
Pisporekî din ê Îsraîlê jî dibîne ku meşên filistîniyan, Îsraîl di aliyê binkeftina exlaqî de eşkere kir. Ji ber ku artêşa Îsraîlê bi tundî mudaxeleya meşan kir, gelek kes kuştin û birîndar kirin.
Li aliyekî din jî pisporê karûbarên ragihandin û ewlehiyê Yoni Ben Menachem di hevdîtineke xwe de li gel kenala 10 a Îsraîlê got, meş gelek armanc bi dest xistin, ji wan “filistîniyên li Xezayê dikarîn peyama xwe bighînin Konseya Ewlekariyê û Komkara Ereban û doza Filistînê ji qada herêmî derbasî ya cîhanî kirin. Menachem got, exlaqê artêşa Îsraîlê ya sivîl qetil dike, diyar kir.
Piştî salekê gelo meşê armanc bi dest xistin?
Heta vê kêliyên meşê tu encamên ku ji bo wê bang kirine, bidest nexistin. Ji ber ku Îsraîl hîna filistîniyên dane koçberkirin venegerandin û dorpêça li ser Xezayê ranekiriye.
Lê li aliyekî din, bi rêya navbeykaran deriyê li hevkirinan di navbera Xeza û Îsralê de vekirin, dosyaya agirbestê û rakirina ambargoyê vejand. Lê li ser erdê tiştek pêk nehat. Ji ber ku Îsraîlê xalên lihevkirinê pêk nayîne. Îsraîlê ambargo ranekiriye û dibîne ku herge ambargo were rakirin dê komên çekdar ên Filistînê werin xurkirin û di encamê de ewlehiya Îsraîlê bikeve xeteriyê.
Filistînî rakirina dorpêçê wekî şerteke sereke dibînin. Diyar dikin ku dê çalakiyên xwe dewam bikin heta armancên wan pêk tên.
ANHA



