EFRÎN – Duh di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û çeteyên Artêşa El-Îslam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de li Çerxerêya Kawa ya bajarê Efrînê şerekî giran rû da. Şer ji ber nelihevkirina di parvekirina talankirina welatiyan de pêk hat. Şer saet di 14:00’an de dest pê kir û heta derengiya şevê dom kir.
Di encama şer de li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bi dehan çete ji her du aliyan birîndar bûne û gelek cenazeyên çeteyan li kolanan mane.
Çavkaniyekî hundirîn diyar kir ku di encama vî şerî de tevliheviya ewlehiyê di bajêr de pêk hatiye û bazar jî hatine girtin û gelek dikan hatine talankirin. Welatiyên sivîl ên Efrînê jî ji ber tirsa destdirêjî û revandinê newêrin dakevin kolanan.
Nakokî û dijberiya di navbera tabûrên çete yên li Efrînê hatine bicihkirin de ji ber nelihevkirina talan û diziya hilberîna zeytûnan roj bi roj zêde dibe.
ANHA