Sûdan a Başûr ku di sala 2011’an de ji Sûdanê serbixwe bû, di dawiya sala 2013’an de şerê navxweyî lê qewimî û vê yekê bandoreke mezin lê kir. Tevî ku di Îlona 2018’an de peymana aştiyê hate îmzekirin, li hin deveran komkujî tên kirin û li herêma ku nifûsa xwe 12 milyon mirov in pirsgirêkên mezin dewam dikin.

Li Sûdan a Başûr destpêka salê ziwatiyeke mezin hebû. Ji Tîrmehê ve jî baraneke xurt dibare û ev yek bû sedam lehiyê. Lehiyê bandor li herî kêm li milyonek mirovî kiriye. Lehî li 27 herêmên Sûdan a Başûr rabûn.

Li Sûdan a Başûr ku bi bandora şerê navxweyî xizanî lê heye, ji ber afetên xwezayî jî pirsgirêka xurekê lê rû da. Lehiya ku piştî ziwatiyê rabû bandoreke mezin li zeviyên çandiniyê kir.

Ji ber lehiyê 73 hezar ton zad bêyî bê çinîn ji holê rabûn. Ji bo Sûdan a Başûr ku tenê dikare nîvê pêwîstiya xwe ya bi xurekê biçîne û nîvê mayî jî ji welatên cîran peyda dike, ev yek windahiyeke mezin mezne.

Ji ber vê yekê jî pêwîstiya bi milyonan mirovên ji Sûdan a Başûr bi alîkariya xurekê ya Bernameya Xurekê ya Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî heye. Li gorî saziyê eger alîkariya xurekê neyê pêşkêşkirin dibe ku bi milyonan mirov bikevin rewşa birçîbûnê.

Dîrektorê Giştî yê WFP’ê Davîd Beasley ji AFP’ê re axivî û ragihand ku di nava salê de alîkariya însanî gihandin 4.6 milyon mirovî. Beasley destnîşan kir, tevî ku şerê navxweyî bi dawî bûye jî ji ber şer û înfazên li hin deveran pêwîstiya gel zêde dibe.

Li gorî WFP’ê ji bo li Sûdan a Başûr nehêlin felaketeke birçîbûnê rû bide pêwîstî bi foneke ji 270 milyon dolarî heye.