Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Pedersen diyar kir ku komîteya destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê wê di 30’ê Cotmehê de bi rengekî fermî dest bi kar bike û got, “Pîvana bingehîn a destûra bingehîn a nû wê serwerî, yekparebûn û serxwebûna Sûriyeyê be.”

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geîr O. Pedersen ji bo der barê hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê û karê wê agahiyan ji raya giştî re ragihîne li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê ji çapemeniyê re axivî.

‘DI 30’Ê COTMEHÊ DE BI RENGEKÎ FERMÎ DEST PÊ DIKE’

Pedersen diyar kir ku Komîteya Destûra Bingehîn a ji 150 kesî tê Cenevreyê û got, civînên destûra bingehîn wê di 30’ê Cotmehê de li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bi rengekî fermî dest pê bikin.

‘DESTÛRA BINGEHÎN BI TENA SERÊ XWE ÇARESERÎ NÎNE’

Pedersen got, “Peymana avakirina Komîteya Destûra bingehîn peymaneke siyasî ya navbera rejîma Sûriyeyê û mûxalîfane” û diyar kir ku mûxalîf û rejîm wê rû bi rû hevdîtinê bikin.

Pedersen destnîşan kir ku komîteya destûra bingehîn wê bi tena serê xwe şerê li Sûriyeyê çareser neke û got, “Kombûna komîteya destûra bingehîn dibe ku ji bo paşeroja Sûriyeyê ya nû gaveke girîng be.”

‘PÎVANA BINGEHÎN WÊ YEKPAREBÛNA XAKA SÛRIYEYÊ BE’

Pedersen destnîşan kir ku karê destûra bingehîn a nû ji bo gelê Sûriyeyê hêviyeke û diyar kir ku berdana mirovên êsîr hatine girtin û diyarkirina aqûbeta mirovên hatin revandin wê ji bo vê pêvajoyê girîng be.

Pedersen anî ziman ku karê Komîteya Destûra Bingehîn wê di bingeha hurmeta li rêziknameya Neteweyên Yekbûyî û li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yên der barê Sûriyeyê bê meşandin û got, “Pîvanên bingehîn ên karê destûra bingehîn a nû wê parastina serwerî, yekparebûna xaka Sûriyeyê û serxwebûna Sûriyeyê bin.”

‘DIVÊ DESTÛRFA BINGEHÎN JI ALIYÊ GEL VE BÊ PEJIRANDIN’

Pedersen destnîşan kir ku destûra bingehîn a nû ya bê amadekirin ji yên li dora maseyê bêhtir divê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve bê pejirandin û got, “Neteweyên Yekbûyî ji bo hêsankirina vê pêvajoyê û ewlekirin û parastina pêvajoyê wê di nava vî karî de hebe.”

Pedersen got, “Biryarên endamên komîteya destûra bingehîn wê bi yekdengî yan jî 75 ji sedî yê endaman bên wergirtin. Heta ku alî li hev nekin wê ti biryar neyên pejirandin.”

KURD HENE LÊ BELÊ…

Nûnerê Taybet Pedersen ji bo pirsa rojnamevanekî ku pirsî ‘Kurd an jî QSD wê di nava komîteyê de hebin an na?’ got, “Di nava vê komîteyê de Kurd hene, lê belê di mijara nebûna nûnerekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk hûn mafdar in.”

Ji sala 2011’an û vir ve li Cenevreyê û gelek deverên din bêyî tevlîbûna Kurdan hevdîtin hatin kirin, lê ti ji wan bi ser neketin.