Ev du sal in ji Îmraliyê ti agahî nayên girtin. Peywendiya Rêber Apo bi cihana derve re bi temamî hatiye birrîn. Kes nizane li Îmraliyê çi dibe. Jixwe, ji bo ev tecrîd girantir bibe, kirasê qaşo hiqûqî lê kirine. Bi helwêsta dadgeha mafê mirovan ku îdia dike li Îmraliyê tecrîd û şikence tineye, careke din îsbat bû ku sîstema Îmraliyê bi awayekî sîstematîk ji aliyê kîjan hêzan ve tê birêvebirin. Helwêsta li beramber Îmraliyê, helwêsta li beramber gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Bi gotinek din têkoşîna gelan bi taybet Kurdan a ji bo pêkanîna xeyalên hezarê salan a avakirina jiyanek azad, wê dawiya hêzên desthilatdar bîne. Xeta ku li Rojhilata Navîn Rêber Apo nûnertiya wê dike, xeta têkoşîna radîkal a li beramberî van hêzan e. Ne têkoşîneke lîberal e û guhertina bingehîn a pergala heyî armanc dike. Demekê beriya niha di axaftineke xwe de serokê Emerîkayê Trump rasterast êrişî têkoşîna sosyalîzmê kir û careke din helwêsta xwe ya li beramberî vê têkoşînê diyar kir. Ya li ser erdê jî dike, ev e ku her cure liv û tevgera ji bo sosyalîzmê, têkoşîna gelan a ji bo jiyaneke azad û alternatîfa wan, ji holê rake, bê bandor bike, yan jî marjînal bike. Çawa ku ji bo kesek wek Trump şerê li dijî sosyalîzmê, pîvanek e, divê ji bo gelan û jinan jî têkoşîna ji bo sosyalîzmê pîvanek be. Heta ew dest ji vê bernedin, xeter li ser jiyana gelan heye û divê em jî dest ji têkoşîna xwe bernedin, lîberal nekin, yan jî naveroka wê pûç nekin. Hedef ew e ku naveroka têkoşîna radîkal vala bikin û lîberalîze bikin. Heger pêşî li hevdîtinên li Îmraliyê digirin ji bo vê yekê ye.

Çend roj beriya niha dîsa Trump di civînek ji çapemeniyê re pesnê Kurdan da û got, Kurd mirovên baş in û gelekî şerker in. Her kes ket hewayeke cuda, wek ku Trump pesnê me daye û mirovek baş e. Tişta bûye sedem ku Trump pesnê Kurdan bide, têkoşîna Kurdan e, ne ku Trump baş bûye. Pêwîstiya Kurdan bi wan pesindayînan jî tineye, Kurdan îsbat kiriye ku di warê fikrî, siyasî û eskerî de xwedî wê hêzê ne ku li Rojhilata Navîn guhertinên mezin bikin. Ew ji guhertina ku Kurd dixwazin bikin, ditirsin. Ji bo wê jî bi gotinê jî di pratîkê de jî dixwazin Kurdan bi kar bînin, her kes pê dizane. Êdî Kurd jî bîra vê dibin, û li gorî wê tevdigerin. Doza modeleke Kurd dikin li herêmê ku xizmeta wan bike, ango Kurdên ku ji mebdeyên xwe dest berdabin.

Bi xwe, baş dizanin, Kurdên ku îro têkoşîna azadiyê dikin, ew Kurd in ku bi felsefeya Rêber Apo rabûne. Li pey wê digerin çawa vê têkoşînê bixin xizmeta xwe û alternatîfa xwe bi cih bikin. Kesên îro pesnê Kurdan didin, ew kes in ku pergala Îmraliyê rasterast birêve dibin. Helwêsta wan beramberî Rêber Apo her tiştî eşkere danîne holê, wê demê nabe ku em wek Kurd, bikevin xefikên bi vî rengî. Heger bi rastî jî tirsek wan ji pergala Netewa Demokratîk nîne, dixwazin Kurd li herêmê wek faktora esasî bi rola xwe rabe, divê êşkenceya li Îmraliyê bidin sekinandin. Heta sîstema tecrîda mutleq a li Îmraliyê hebe, em fêm dikin ku helwêsta wan a li beramberî Kurdan nehatiye guhertin. Eşkere li pêş çavê her kesî, demografya Kurdistanê ji Efrînê bigire heta Bakur û Başûrê Kurdistanê tê guhertin, heger bi rastî jî dostên Kurdan in, yan jî wek bi xwe dibêjin, Kurd mirovên baş in, wê demê bila pêşî li vê bigirin. Kurd heger tecrîda li Îmraliyê wek heqareta herî mezin ji bo xwe nebîne û bê helwêst bimîne, wê demê xetera qirrkirinê li ser xwe ranekiriye.

Dadgeha mafê mirovan a Ewrûpa ku her carê qaşo behsa azadî û mafê Kurdan dike, bixwe biryara êşkenceya li Îmraliyê erê dike. Navê xwe kirine dadgeha mafê mirovan, lê bi biryara ku êşkence li Îmraliyê tineye, mohra xwe li bin qirrkirina Kurdan dane. Kurd bi felsefe û bîrdoziya Rêber Ocalan gihiştine wê astê ku dikarin têkoşîneke ewçend bi wate bikin. Wê demê heger bi rastî jî Kurdan qebûl dikin yan jî dixwazin qebûl bikin, divê di serî de deriyê Îmraliyê vekin. Divê şertê hemû Kurdan jî ev be. Pîvan, nêzîkatiya li beramberî Rêber Apo ye. Rêber Apo temsîla pergala Neteweya Demokratîk, temsîla gelan dike. Hezkirina Kurdan, hurmetdayîn ji wan re, yan jî ji neteweyan re, hema wisa bi gotin nabe. Kes jî nabe bi van tiştan bixape.

Ew ji vê ditirsin, heger deriyê Îmraliyê vebe, gelek pîlanên wan ên qirêj wê li ber avê biçin. Heger em dixwazin niyeta wan a rast bizanin, em temaşeyî helwêsta wan a li beramberî Rêber Apo bikin. Pîvana me ya hezkirinê, Îmralî ye; em wek Kurd, ti hezkirineke din ku me lîberalîze bike, bîne xeta xwe jî qebûl nakin. Pîvana me ya azadiyê, Îmralî ye; azadiya me ew e ku deriyê Îmraliyê vebe. Cihana modernîteya kapîtalîst bila pîvanên hezkirina sexte li ser me ferz neke. Rêya diçe Îmraliyê rêya azadiya Kurdan û neteweyan e. Divê em bi vê pîvanê têkoşîna azadiya xwe bidin meşandin. Ew jî bi yek du çalakiyên ji rêzê nabe, bi yek du meşan nabe. Em di serdemeke wiha de ku xetera qirrkirinê heye, têkoşîna hezkirin û azadiyê dikin, ev jî wisa bi hêsanî û ji rêzê nabe û wê nebe jî…

Gelawêj EWRÎN – Yeni Ozgur Politika