PKK’ê 24’ê Çile ya 1995’an Konvansiyona Cenewreyê îmzek ir û li Cenewreyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand. PKK li ser vî qewlî ma û dimîne lê dewleta Tirk weke li Garê kirî ti rêgezê nasnake.

PKK weke Konvansiyonên Cenewreyê guh da hemû normên navnetewî, her wiha li gorî hişmendiya xwe ya siyasî û leşkerî ewlehiya jiyanê ya hêzên dijmin ku êsîr girtî parast, dijî rûmeta mirovahiyê tevnegeriya, dema ku şert û merc çêbûn û navbeynkar ketin ketin dewrê bêyî ku li hêviya tiştekî be, ew teslîm kirin. Jixwe li ser vê mijarê ti mînak an jî raporeke neçê nîne. Artêşa Tirk li Garê leşker, polîs û endamên MÎT’ê ên li Garê kuştin û avête ser PKK’ê lê kesekî bawer nekir. HPG, KCK û Fermandariya Biryargeha Navendî ya Gel agahî bi raya giştî re par ve kir; Endamê Komîsyona Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bang li saziyên navnetew kir ku lêbikole.

Konvansiyona Cenewreyê ku di şer de armanc dike pêşî li sûcê mirovahiyê û sûcê şer bigire 1949’an hate qebûlkirin. Tê mîsogerkirin ku di şer de wê êrîş neçe ser sivîlan, wê ferqa hedefên leşkerî û sivîl were danîn, wê alîkariya li gelê sivîl a saziyên bêalî neyê astengkirin û şervan an jî leşkerên ku êsîr hatine girtin neyên kuştin. Konvansiyon peywira kontrolkirina herêmên şer dide Xaça Sor a Navnetewî. Bi vê çarçoweyê xwedî wê rayeyê ku li herêmên şer û dagirkirî lê rûdanan bikole, ji bo êsîrên şer an jî leşkeran bibîne û ji bo werin berdan xwedî wê rayeyê ku xebatan bike.  Tirkiye ji salên 1990’î û wir ve bi navê ‘têkoşîna dijî terorê’ tim Konvansyona Cinêwê bnpêdike, herêma Garê ku êsîr lê bûn bombebaran kir û careke dî bêyî ku dudilî bibe qewl binpê kirin. Li ser hîmê konvansiyonan li şûna ku saziyên navnetewî yên berpirs agahdar bike û alîkarî ji wan bixwaze li ser xaka Iraqê personlên xwe yên êsîr ku bi yasayên navnetewî yêne parastin, kuştin. PKK jî ji 1995’an û vir ve li gorî Konvansiyona Cenewreyê diçe.

BI NAVÊ OCALAN HATE RAGIHANDIN

PKK ya ku peyman îmze kirî, 24’ê Çile ya 1995’an bi navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan (Bi sifetê Sekreterê Giştî yê PKK’ê), li Cenewreyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

 Va ye ew daxuyanî:

Li ber çavê cîhanê li welatê me Kurdistanê şerê îmhayê tê kirin. Komara Tirkiyê ji roja ku ava bûye û heta niha bi polîtîkayên dewletê yên sîstematîk hebûna gelê me înkar kiriye. Dewleta Tirk a ku çand, ziman û nasnameya gelê qedexe kirî, şerê qirkirinê dike û hemû amûr û hêzên leşkerî yên berdest seferber dike.

PKK, ya ku nirxên gerdûnî yên mirovahiyê rûmeydar dike,  ji bo mafê milî û demokratîk ê gelê mer têdikoşe. Şer encama polîtîkaya dewleta Tirk e. Di vê avrêka gemar û bixwîn de Tirkiyê gelê Kurd kiye hedefa xwe ya leşkerî ya pêşî û meşrû.

TIRKIYE PEYMANA BINPÊ DIKE

Dewleta Tirk Kurdistan da valakirin, 3 hezar gund hatin şewitandin û bi milyonan mirov bêgav man ku birevin. Hêza leşkerî ku bi artêşa gerîla nikare, bi rengekî ku mînaka wê nîne ji sivîlan tolê dihilîne. 15 hezar endamên partiya me niha li girtîhan li ber darvekirinê ne.

Tirkiyê peymanên navnetewî yên ku îmze kirine tine dihesibîne, nahêle ku Rêxistina Hevkariya Ewlehiyê ya Ewropayê (RHEE) û çavdêrê mafê mirovan ên navnetewî serdana Kurdistanê bikin û rewşa wan bişopînin. Dewletê hewldanên mirovî yên serdana Kurdistanê ya Komîteya Xaça Sor a Navnetewî (ICRC) red kir. Tirkiyê li gel ku îmze avêtiye jî ti caran li groî Peymana Cenewreyê ya 12’ê Tebaxa 1949’an hatî îmzekirin neçûye û Protokoloa Pêşî ya 1977’an red kiriye.

TIRKIYE LI SER ŞERÊ QIRÊJ RADIWESTE

Şerê 10 salan bû sedema 34 hezar mirovî. Partiya me ti caran şer nexwest. Li gelê me hate empozekirin. Em bi rengekî kategorîk dibêjin: Em dixwazin şer biqede û em çareyeke demokratîk, wekhevîxwaz û hiqûqî dixwazin. Ev daxwaza me ji 1993’an û wir ve bi agirbesta yekalî ya 83 rojan hatiye çespandin. Tirkiye li ser şerê qirêj radiweste.

PKK’Ê SERLÊDAN KIR

Heta ku em zorê li Tirkiyê bikin ku ber bi çareya siyasî ve were em ê şer bikin. Em bag li Tirkiyê dikin ku li gorî yasayên navnetewî biçe û êrîşên li ser sivîlan rawestîne. PKK, weke aliê şer her carê li gorî konvansiyonên şer çûye. Serlêdana ku vê qebûlê nîşan dide bi navê Sekreterê Giştî yê PKK’ê Abdullah Ocalan 23’yê Çile ya 1995’an  li Komîteya Xaça Sor a Navnetewî û organên din ên têkildar kiriye.

PKK BI BERPIRS RABÛ

Beyanname her wiha nîşeyên jêrê jî vedihewîne:

1. PKK di şerê dijî hêzên dewleta Tİrk d, ji bo rêveberiya şer û parastina mexûrên şer xwe dide ber ku hurmetê bide Peymanên Cenewreyê ya 1949’an û Protokola Pêş^ya 1977’an û xwe dide ber ku van binbariyan û li qadên hêzên xwe û di bin kontrola hêzên xwe de ji hêla hiqûqî ve bi cih bîne.

HEDEFÊN MEŞRÛ YÊN ÊRÎŞÊ

2. Ji bo ku ti şik û guman li ser neyê hiştin, PKK, komên li jêrê weke hêzên ewlehiyê yên Tirk dibîne û ji ber vê jî weke hedefên meşrû yên êrîşê dibîne.

a- Endamên hêzên çekdar ên Tirk;
b-Endamên hêzên kontrgerîla yên Tİrk;
c-Endamen Serwîsa Îstîxbarî ya Tirk (MÎT);
D-Endamên Jandarm a Tirk;
3-Cerdevan.

PKK, heta ku nekevin nav kategoriyek ji van ên jor, memûran weke endamên hêzên ewlehiyê nabîne.

MIEMELEYA ÊSÎRÊN ŞER 

3. PKK wê miemeleya şer bi êsîrên endamên hêzên ewlehiyê yên Tirk bike.

4. PKK wê vê daxuyanyê, Peymana Cenewreyê ya 1949’an û rêzên Protokolya Pêşî ya 1977’an li hêzên xwe berbelav bike û ji ICRC’ê alîkariyê bixwaze. Ji bo ku ev rêgez werin bicihanîn û kesên ku ev binpêkirin were cezakirin pergaleke disîplînê qebûl kiriye. Berpirsyariya fermanbariyê qebûl dike.

BANGA LI MUXATABÊN NAVNETEWÎ

PKK, wê teklîfa xizmetê ya ICRC’ê qebûl bike.

5. PKK bang li hikûmeta Tirk dike ku eynî qewlan bide û bang li ICRC’ê dike ku teklîfa xizmetê qebûl bike.

Herî dawî; PKK bang li Peymana Cenewreyê, NYE’yê, RHEE, Konseya Ewropayê û ICRC’ê dike ji bo ku şer rawestîne an jî dewleta Tirk û PKK li gorî binbariyên çarçoweya navnetewî biçin gavên hewce bavêje.