Çavdêrê siyasî Ebdula Mela Nurî got ku êdî civaka navnetewî dizane ku doza gelê Kurd û PKK’ê rewaye û wiha domkir: “Civaka navnetewî êdî vê yekê baş dizane ku doza gelê Kurd û PKK’ê rewaye û parastinê li pirsa gelek û wekheviya mirovahiyê dikin. Lê biryara Ewrupa diruye, ji ber ku biryarên li gorî berjewendiyên aborî dide.

Divê hêz û aliyên her çar parçeyên Kurdistan, herwiha Hikumet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê zextê li welatên navnetewî bikin. Em dikarin li navendên ku biryarê didin kar bikin û ji bo derxistina nava lîsteya terorê de zextê bikin.”

Mela Nurî balkêşa ser biryara Amerîka ya li ser sê şoreşger û pêşengên Kurd jî û got: “Ev biryar jî bi sîstema niha ya heyî ve girêdaye, ji ber sîstema cîhanê niha bi berjewendiyên aborî ve girêdaye. Amerîka ji ber berjewendiyên xwe yên Rojhilata Navîn bi parêze vê biryarê derxist. Lê ev helwestên demkîne û nikarin rewatiya doza gelê Kurd û armancên PKK’ê belav bike.

PKK ne hêzek terorîste, ti metirsiya PKK’ê li ser civakê nîne. Berevajiyê vê baweriyê bi demokrasî û jiyanek hevbeş heye. Ji bo vê di eniyên pêş de parastina mafê mirovahiyê dike. Ez hêvîdarim hemu alî bi hevre ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kar bikin.”